Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin 2024-05-15 10:45:50   STENBOL - Rojnameger Esra Solîn Dal a ku 19 roj in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dal ji bo derbasî qawîşê bibe daxwaznameyan dinivîse lê bersiv nayê dayîn.    Di 23’yê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de bi ser gelek malan de hate girtin û 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin. Ji rojnamegeran nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat di 26’ê nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Rojnameger Dal ji roja hatiye girtin heta niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreya yekkesî ya 6 metrekareyan de tê ragirtin. Hat zanîn ku Dal ji bo derbasî qawîşê bibe daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re şandine lê heta niha jî tu daxwaznameyên wê nehatine bersivandin.