Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin 2024-05-15 12:19:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên gundê Şaklava yê Silêmaniyeyê ji bo protestokirina polîtîkayên aboriyê yên hikûmeta PDK’ê, rê ji TIR’ên Tirkiyeyê girtin.    Şêniyên gundê Şaklava yê bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê, rêya TIR’ên Tirkiyeyê yên li ser sînorê Başûr bazirganiyê dikin, girtin. Hat zanîn ku şêniyên gund li hemberî polîtîkayên aboriyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bertekin û ji bo protestokirinê vê rewşê, ev zêdetirî meheke nahêlin TIR’ên ji Tirkiyeyê diçin Başûr derbas bibin.    Ajokarên TIR’an têkildarî çalakiya gundiyan bi ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ev pirsgirêk bi mehan e didome. Ajokaran gotin; “Gundî dema ceyrana wan qut dibe vê rêyê digirin, dema meaşê wan nayê dayîn dîsa rê digirin û dema ava wan tê qutkirin vê rêyê digirin û protesto dikin. Li herêmê di navbera YNK û PDK’ê de pirsgirêka ewlehî û hikûmetê heye. Ji ber vê yekê ev demekî dirêje em di hatin û çûnê de pirsgirêkan dijîn.”    Hat zanîn ku ajokarên TIR’an hêj li gund in û li bendê ne ku rê bê vekirin.