Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”! 2024-05-15 17:09:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Di civîna Meclîsa Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê de, Hevşaredara Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr xwest ku bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî axaftina xwe bi kurdî bike, lê axaftina wê ji hêla endamên meclisê yên AKPê ve hat astengkirin û xwestin ku axaftina xwe bi tirkî bike.    Civînên asayî yên meha Gulanê yên Meclisa Şaredarî Bajarê Mezin a Mêrdînê li eywana şaredarîyê ya civînan dewam dike. Hevşaradera Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku serokatiya meclisê dike, bi munasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî axaftina xwe bi kurdî kir. Demir bi vê munasebetê Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemî kurd û kurdhezan pîroz kir û wiha got: “Hûn dizanin ku tişta ku civakekê dike civak û hebûn û nasnameya wan e zimanê wan e. Ji ber vê yekê ziman ji bo me jî gelekî girîng e. Di sala 1932’yan de cara ewil ji hêla Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve bi Kovara Hawarê alfabeya latînî ketiye jiyana me. Ji 2006’an vir ve ye ku her sal 15’ê Gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Em jî bi vê minasebetê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”   AKP’IYAN XWEST DEMÎR AXAFTINA XWE BI TIRKÎ BIKE   Piştî axaftina wê endamên meclisê yên AKPê, xwestin ku Hevşaredar Demir axaftina xwe bi tirkî bike. Endamên meclîsê yên AKP'ê, diyar kirin ku ew ne li dijî kurdî ne û anîn ziman ku divê axaftina destpêkê bi tirkî be.   Hevşaredar Demir anî ziman ku çima wê axaftina destpêkê bi kurdî kiriye û wiha got: “Heke hûn ne li dijî vê yeke bûna we bertekek wiha nedida. Binêrin, em di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî de li hemî herêman silavdayîna xwe bi zimanê wan dikin. Lê îro Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Me ji ber wê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Hewce nake ku hûn bertekên wiha bidin.”   Ji ber ku bertekên endamên meclİsê yên AKPê dewam kirin Hevşaredar Demîr, bal kişand ku bi sed salan e politikayên asîmîlasyonê yên li ser ziman û nasnameya kurdî hene û axaftina xwe wiha dewam kir: “Ev civak li her tim bi qedexeyan re rû bi rû dimîne. Me bi du sê gotinan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Ez tu wateya nadim vê ku bertekek wiha tund hat dayîn. Bila du sê gotinên me neyên fêmkirin. Kurd bi sed salan e hewl dane ku li ser vê erdnigarîyê bêyî ku tirkî fêm bikin jiyane.”   Ji ber ku pevçûn mezin bû Hevşaredar Demir, xwest ku derbasî madeyên rojevê yên meclisê bibe. Piştî ku madeyên rojevê yên meclisê hatin erêkirin civîn bi dawî bû.