Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan 2024-05-16 08:19:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerê Sînn Feînê Francîe Molloy ku ji parêzerên Buroya Hiqûqê yê Sedsalê Mazlûm Dinç re hevdîtin kir, diyar kir ku helwesta Sînn Féinê ya ji bo Ocalan zelal e û got, “Divê Ocalan serbest bê berdan.”   Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm Dinç ji bo tevlî hevdîtinên dîplomatîk û sempozyûma têkîldarî girtiyên siyasî bibe çû Londonê, bi parlementerê Sînn Féinê Francîe Molloy re li Parlementoya Brîtanyayê hevdîtinek pêk anî.   Parêzer Mazlûm Dînç rewşa hiqûqî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Molloy re vegot û bal kişand ser vê yekê ku ev 38 meh in tu têkilî bi wî re çênebûne. Dînç diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd bûye sedema fikarên cidî û wiha got: “Divê demîldest tecrîda mutleq a li dijî hiqûqê bi dawî bibe. Ji bo zexteke demokratîk a navneteweyî bê avakirin û dawî li vê rewşa li dijî hiqûqê bê anîn, divê hemû hêzên demokratîk bi hestiyar bin. Di vê mijarê de destpêkirina hewldaneke bi bandor rê li ber pêşketina aştiya civakî û demokrasiyê veke.   Parlementer Molloy ku dilxweşiya xwe ya ji ber hevdîtinê diyar kir, ji hesaba xwe ya X’yê ev peyam parve kir: “Ez pê şanaz im ku min bi parêzerê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan 25 sal in girtî ye. 38 meh in tu têkilî pêk nehat. Ev naye tolere kirin. Sînn Feîn zelal e; divê Ocalan serbest bê berdan.”