ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-16 09:00:04   * Jîn Art, wê bi orkestraya Rastak û NÇM'ê di 20'ê Gulanê de konsereke mezin li dar bixe. Ji bo konserê banga tevlibûnê hat kirin.    * Ji bo tayinkirina mamosteyên kurdî wekî kontejan 10 mamoste hatin diyarkirin. Edîtora Kovara Destarê Jîn Aryenê bertek nîşanî vê yekê da û got: "Hezar mamosteyan jî tayin bikin wê ev pirsgirêk bidome. Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê."    * Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê, wê li tetwanê hefteyekê li kuçeyekê atolyeya çand û hunerê li dar bixe.    * Karê zehmet ê karkerên çandiniyê yên demsalî dest pê kir. Xeyalên zarokên ku 6 mehan li nav zeviyan derbas dikin ji destê wan tê girtin. Jin jî di bin barê giran ê rola ku ji wan re hatiye diyarkirin de diperçiqin.    * Mehmet Selîm Soydan, bavê Rêber Soydan ê ku li girtîgehê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, got: "Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe. Divê bûyer bê ronîkirin."    * Welatiyên Sêrtê diyar kirin ku ji bo nifşên nû hînî zimanê dayikê bibin berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê malbatan û wiha gotin: “Mirov li cihê ku bi zimanê xwe neaxive tune dibe.” Welatiyan ji bo zimanê kurdî banga têkoşînê kirin.    * Dê danişîna biryarê ya Doza Kobanê bê lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê beriya danişînê dê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê bidin. (10.00) ZINDΠ   * DEM Partî têkildarî Doza Kobanê dê li Parka Koşûyolû ya li Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)    * Rêxistinên elewiyan û EGEÇEP dê têkildarî projeyên madenan ên li Dêrsimê li avahiya Komeleya Piştevaniyê û Çandê ya Dêrsimê ya Îzmîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)    * DEM Partî dê li bajarokê Periyê ku dê dîsa hilbijartin lê bê kirin, dê starta xebatên hilbijartinê bide destpêkirin. (15.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00)    * Li Wan û navçeya Farqîn a Amedê dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hin aktîvîte bên lidarxistin.