Siyasetmedarên danişîna biryarê şopandin: Şoreşa Kobanê tê xwestin were mehkûmkirin 2024-05-16 16:12:34   ENQERE - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên Doza Kobanê dişopînin, diyar kirin ku bi vê dozê re Şoreşa Kobanê tê xwestin were mehkûmkirin û wiha gotin: “Ev doz hemû bêhukm in. Ev doz doza hiqûqê ji siyasetê re dikin amûr e.”   Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, tê lidarxistin. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî yên danişîn şopandin têkildarî dozê nirxandin kirin.     ŞENOGLÛ: DOZA KU ÇARESERIYÊ DI DARIZÎNE   Endamê Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sedat Şenoglû, diyar kir ku Doza Kobanê dozeke ku dê nîşan bide edalet û hiqûq dê li Tirkiyeyê ber bi ku ve biçe û wiha got: “Kesên ku îro tên xwestin bên darizandin ji bo aştî, demokrasî û azadiya vî welatî bedel dane. Ev vîna siyasî ya komploger ku Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve dibe heke li ser dadgehan hukma xwe bidomîne dê pêşiyê ne li aştiyê, li her cure xerabiyê veke. Em ê bi gelên xwe û bindestan re heta dawiyê li ber xwe bidin.”   ÇÎÇEK: HETA KU HÛN DAXWAZA DEMOKRASIYÊ YA GELAN NAS NEKIN NIKARIN BIMEŞIN    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî wiha got: “Bi doza Kobanê tê xwestin ku Şoreşa Kobanê were mehkumkirin. Wê rojê gelê kurd û dostên wan li dijî feraseta ku dixwestin gelê kurd di qirkirinê re derbas bikin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û statuya gelê Kurd a li Rojava tesfiye bikin rabûn ser piyan. Yên ku divê li vir bên darizandin ew kes in ku wê rojê bi DAIŞ’ê re muzakere kirin û sîstema qirker û mêtingerli ser gelê kurd ferz kirin. Kesên ku divê niha li vir bên darizandin nikarin me darizînin. Em bang li kesên ku pêvajoya asayîbûn û muzakereyê dikirin, dikin; yen ku parezbendiya hevalên me yên tên darizandin rakirin hûn in. Heke rastî asayîbûnek hebe divê ewilî hûn li binya vê vebala dîrokî rabin. Em neçar in siyasetê ji vê kompasê xelas bikin. Heke em bi rastî jî dixwazin li Tirkiyeyê bigihêjin zemîneke demokratîk; Bêyî ku hûn têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, daxwaza wan a statuyê û daxwaza demokrasiyê ya gelên kedkar ên li Tirkiyeyê nas bikin, nikarin bimeşin.”   GEVHER: DOZ VEGUHERÎN LÎSTIKEKE ŞANOYÊ    Sekretera Giştî ya KESK’ê Done Gevher jî diyar kir ku ji helwesta antî demokratîk a li Tirkiyeyê rêxistinên kedê jî bi bandor dibin û wiha got: “Em di pêvajoyeke ku mirov ji ber bêhiqûqiyê di demekî dirêj li girtîgehan de dimînin, doz veguherîne lîstikeke şanoyê û biryarên siyasî tên dayîn de derbas dibin. Em dikarin bêjin ev doz hemû bêhukm in.”   VARGUH: HIQÛQÊ JI SIYASETÊ RE DIKIN AMÛR   Sekreterê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Halîl Îbrahîm Vargun, diyar kir ku Doza Kobanê ne pêvajoyeke hiqûqî ye û wiha got: “Ev doz doza hiqûqê ji siyasetê re dikin amûr e. Ji hemû aliyan ve ev doz bêhiqûqî ye.”   Dayika Aştiyê Xecê Arslan a ji bo tev li danişînê bibe ji Mêrsînê hatiye jî wiha got: “Em ji bo kesên dîl girtî li vir in. Sûcê yek ji wan jî nîne. Heke wijdana we hebûya we evqas mirov di girtîgehê de nedigirtin.”