Biryarên di Doza Kobanê de li Meclisê tên protestokirin 2024-05-16 16:54:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku di Doza Kobanê de ceza li siyasetmedaran hate birîn, li Meclisê protesto hate destpêkirin. Li ser protestoya parlamenterên DEM Partiyî, lijneyê navber da.    Di Doza Kobanê de li gelek siyasetmedaran cezayên giran hatin birîn. Bi eşkerekirina biryarên di Doza Kobanê de, li Meclisê protesto dest pê kir. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), wêneyên siyasetmedarên girtî hilgirtin û biryar protesto kirin.    Parlamenter li maseyan dixin û protesto didome. Lijneya Giştî neçar ma ku navberê bide.