Ji DEM Partiyê li ber Sîncanê daxuyanî: Em vê biryarê nas nakin 2024-05-16 18:27:35   ENQERE – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, têkildarî biryara der barê Doza Kobanê de got: "Em vê biryarê nas nakin. Kesên di doza kumpasê ya Kobanê de tên darizandin di dilê gelan de beraet kirine, azad in."    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari têkildarî cezakirina siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin, daxuyanî dan.    Bakirhan ku di daxuyaniyê de axivî, wiha got: "Careke din leke hata ser dîroka darazê ya Tirkiyeyê. Çete, mafya bi şev û bi roj serbest digerin, kujer serbest digerin, yên kurdan di bîrên aîstê de qetil kirin û bi hezarann kes kuştin serbest digerin. Lê kurd û şoreşgeran îro ceza kirin. Em vê biryarê nas nakin. Kesên di doza kumpasê ya Kobanê de tên darizandin di dilê gelan de beraet kirine, azad in."    Berfirehiya nûçeyê tê