Eren Keskîn: Ev biryareke tolhildêr e 2024-05-17 10:04:45   STENBOL - Eren Keskîn anî ziman ku biryara di Doza Kobanê de hatiye dayîn li dijî hiqûqê ye û wiha got: “Ev biryareke tolhildêr e.”    Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, duh hate lidarxistin. Di doza ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin de li siyasetmedaran cezayên giran hatin birîn.     ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ’    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn biryar weke “pêkanîna hiqûqa dijmantiyê” nirxand. Keskîn, bal kişand ku di dîroka komarê de polîtîkayên kurd ên li dijî dewletê qet nehatin guhertin û wiha got: “Ev pêkanîneke Dadgehên Îstîklalê ye. Dema min hefteya borî bi Gultan Kişanakê re hevdîtin kir wiha gotibû; ‘Hêj îdianame negihiştî destê me, di destê Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin de bû. Ev biryar encama ku MHP her tiştê dixwaze bi AKP’ê dike kirine. Ez difikirim ku îdianame ji aliyê feraseta Semîh Yalçin ve hatiye nivîsîn.”   ‘HEM LI DIJÎ HIQÛQA NAVXWEYÎ HEM JÎ LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWÎ YE’     Keskîn, destnîşan kir ku li ser axaftinan û nivîsan nikare cezayên wiha bên dayîn û wiha berdewam kir: “Ev yek hem li dijî hiqûqa navxweyî û hem jî li dijî hiqûqa navîn e. Ev biryareke tolhildêr e. Bi awayekî tolhildêr biryar hatiye dayîn. Ji ber ku cezayên herî giran li Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatiye birin, nîşana herî zelal a vê yekê ye.   Keskîn, diyar kir ku bi biryaran tê xwestin ku “siyaseta kurd ji aliyê polîtîk ve were qetilkirin” û wiha gotin: “Nikarin vê serbixînin. Ev şer encama israra di polîtîkayên wan de ye. Dibêjin ‘em siyaseta sivîl naxwazin, em şer dixwazin’. Kurteya vê biryarê ev e. Aysel Tûglûkê îro beraet kir. Pêvajoya 10 salan bi tu awayî nayê bîra Tûglûkê. Ji ber nebaşiya li dayika wê hate kirin, Aysel Tûglûk nikare hevokekê jî bîne ziman.    ‘DI ENCAMAN DE PARA CHP’Ê HEYE’     Keskîn, bal kişand ku di tabloya derket holê de rola CHP’ê jî heye û ev tişt gotin: “Di polîtîkaya wan a asayîbûnê de kurd nînin. Bi biryara rakirina parêzbendiyê di amadekirina vê encamê de para CHP’ê jî heye. CHP nikare li vir xwe derxîne paqijiyê û ji nav derkeve. CHP polîtîkayeke bijarte ya mexdûriyetê dimeşîne. CHP siyasetmedarên bi salan e li wir girtî ne naîne rojeva xwe.”   ‘TÊKOŞÎN NEQEDIYA’     Keskîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hemû ketin girtîgehê û derketin. Em hemû li edliyeyan li benda hevalên xwe man lê ev têkoşîn neqediya. Vê yekê dewlet bi xwe jî dizane. Tu caran xelas nebû. Beriya çend salan Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Orhan Dogan demên dirêj li girtîgehê hatin ragirtin. Ev biryar encama neguherîna dewletê ye. Dewlet dibêje ‘ez nayêm guherîn, ez pirsgirêka kurd çareser nakim, tişta dixwazin bikin, ez di polîtîkayan de bi israr im’. Em jî bi israr in; em weke parazvanên mafên mirovan li bendê ne ku hêzên navnetewî bang li Tirkiyeyê bikin ku li gorî peymanên navnetewî tevbigerin.”