Hiqûqnas: Îktîdarê daraz weke amûra sûc bi kar anî 2024-05-17 10:19:00 STENBOL - Hiqûqnasan diyar kirin ku di Doza Kobanê de daraz weke “amûra sûc hatiye bikaranîn” û wiha gotin: “Ev biryar ne dadgehê, qesrê da.”    Danişîna biryarê ya Doza Kobanê duh hate lidarxistin. Di dozê de li Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal û li Fîgen Yuksedag jî 30 sal cezayê hefsê hate birîn. Her wiha li 13 siyasetmedaran jî bi sedan salan ceza hatin birîn. Derheqê 5 siyasetmedaran de biryara tehliyeyê û ji bo 12 kesan jî biryara beraetê hate dayîn. Hiqûqnasan biryarên di dozê de nirxandin.     Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak diyar kir ku ji roja destpêkê ve doz bi saîkên siyasî dihat birêvebirin û wiha got: “Her kesên dosya vedikoland bi vê dizanî. Di biryaran de nakokî hene. Ji ber tweetekê li hinek kesan 20 sal ceza hate birîn. Ev bi tena serê xwe nakokiyên heyî radixe ber çavan. Her wiha nîşan dide ku biryareke siyasî ye. Doz, bi sûcdariya ‘xerakirina pergala makeqanûnî’ hatiye vekirin. Lê ji vî sûcî ceza nehatin dayîn. Dikariyan cezayê muebbeta giran jî bidin. Lê îktîdar qels dibe û siyaseta hevsengiyê meşand. Lê dema ev siyaset dimeşand jî her tim kurd weke dijmin dît.”    'TIRKIYEYÊ REWATIYA XWE WINDA KIR’    Çakmak, Doza Kobanê şiband dozên siyasetmedarên kurd ên di demên berê de û wiha pê de çû: “Bi vê biryarê xwestin pêşiya siyaseta kurd bigirin. Ev biryar ne dadgehê, qesrê da. Li gorî daxwaza îktîdarê hate dayîn. Îktîdar ji bo hebûna xwe bidomîne, li pey xelaskirina rojê ye. Lê dema wiha dike welat ber bi karesatê ve dibe. Mixabin hiqûq ji bo domandina îktîdara siyasî tê bikaranîn. Heke dadgeh weke amûrekî bên bikaranîn û bi qanûnan neyê kirin, divê em bipirsin bê ka dewlet rewaye yan na. Mixabin bi vê biryarê re Tirkiyeyê di hêla dewleta hiqûqê de rewatiya xwe winda kir.”    'ÎKTÎDARÊ DOZ WEKE AMÛRA SÛC BI KAR ANÎ’    Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Çîgdem Akbulut jî ev tişt anî ziman: “Doza Kompasê ya Kobanê, parçeyeke polîtîkayên tunekirina sîstematîk a gelê kurd e. îktîdarê mekanîzmayên darazê weke amûrê sûc bi kar anî. Dê tu wateyeke van cezayan ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê yên li gel wan têdikoşin tune be.”    'CEWHERA DOZÊ NEFRET E, DIJMINATÎ YE’    Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysî Ok jî wiha got: “Di dîrokê de cezayên wiha giran nehatine dîtin. Dema em li îdiayan dinêrin, tevek jî xebatên siyasî yên HDP’ê, daxuyanî, axaftinên Newrozê û hwd. in ku dikevin çarçoveya azadiya xweîfadekirinê. Cewhera vê dozê nefret e, dijminatî ye. Vê dozê careke din nîşan da ku rêgeza dewleta hiqûqê ya Tirkiyeyê bi temamî ji holê rabûye. Bêguman doz hêj neqediyaye. Hêj qonaxa Dadgeha Bilind heye. Lê nîşan da ku Tirkiye ji dewleta hiqûqê ya makeqanûnî derketiye.”    MA / Omer Îbrahîmoglû