Ji Yuksekdagê peyama ewil: Bila kes xemgîn nebe, nekarîn çok deynin 2024-05-17 11:05:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de 30 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn ev peyam şand: “Bila kes xemgîn nebe. Heta niha nekarîn, têk bibin, nekarîn çok deynin.”   Di Doza Kobanê de bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin li Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal, li Fîgen Yuksekdag 30 sal û 3 meh, li 13 siyasetmedaran jî bi sedan salan ceza hate birîn.    YUKSEKDAG: EM BI BERXWEDANÊ HEBÛN    Têkildarî biryarê li ser hesaba medyaya dîjîtal a Yuksekdagê peyamek hate parvekirin. Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Di 8 salên ku di Doza Kobanê de dîl hatin girtin de me rûmet û azadiya gelên xwe, jinan û kedkaran û edalet parast. Li dijî artêşa DAIŞ’ê ya qirker û tecawizkar û hevkarên wê êrişa li ser wijdana civakî, piştevaniyê û îdeala welatê mirovahiyê ya mezin û komareke demokratîk e. Em li dijî operasyonên tasfiyekirinê yên siyaseta demokratîk li ber xwe bidin û her gaveke li dijî jiyana hevpar û pêşeroja  gelên me pûç bikin. Em bi hêz, bawerî û zanîna mafdarbûna xwe bi bawer in. Em hêvî dikin ku gelên me jî dê bi vê baweriyê di rêya azadiyê de bibiryardarî bimeşe. Bila kes xemgîn nebe, dilê kesê neêşe. Heta îro nekarîn têkbibin, nekarîn çok deynin. Biryarên cezayên giran nekarîn gelên Tirkiyeyê vegerînin derfetên jiyana bi hev re. Dê ji niha şunde jî sernexînin. Em bi berxwedanê hebûn. Em ê bi berxwedanê serbikevin. Bi silav û hurmet.”