Çetîn Dogan ê Erdogan ew efû kir hate berdan 2024-05-17 11:29:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Hikumxwarê Doza 28’ê Sibatê Çetîn Dogan ê Serokkomarê AKP’î ew “efû kir” hate berdan.    Bi biryara Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan cezayê muebedê yê ji sûcê “hewldana darbeyê” ya di Doza 28’ê Sibatê de li leşkerên bi navê Fevzî Turkerî, Yildirim Turker, Aydan Erol, Cevat Temel Ozkaynak, Çetîn Dogan û Çevîk Bîr hatibû birîn, hate rakirin. Piştî raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) yên “nexweşiyên her tim” û “rewşa pîrbûnê” Erdogan ji bo 7 hikumxwariyan mafê xwe yê efûyê bikaranî. Biryar îro di Rojnameya Fermî de hate weşandin.    Çetîn Dogan ê girtî ji girtîgeha Bûcayê ya Îzmîrê ku lê dihate ragirtin hate berdan.