Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da 2024-05-17 14:12:41   ENQERE - Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî biryarên di Doza Kobanê de wiha got: “Em ê xwe li benda pêvajoyên îstînafê û temyîzê bigirin.”    Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî biryarên di Doza Kobanê de axivî. Tunç, da zanîn ku di dozê de 108 kes dihatin darizandin û wiha got: “108 bersûc hatin darizandin û 72 jê firarî ne. Ji 36 bersûcan 18 jê girtî, 18 jê bi şertê kontrola edlî dihatin darizandin. Derheqê 24 kesan de ceza hate dayîn, 12’an jî beraet kir. Her wiha tehliye çêbûn. Pêvajoyên îstînaf û temyîzê hene. Em ê bi hev re li benda wan pêvajoyan bisekinin.”    Tunç, têkildarî lêpirsîna Ayhan Bora Kaplan jî got: “Lêpirsîn didome.”