Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da 2024-05-17 14:23:23   WAN - Welatiyên Wanê bertek nîşanî cezayên di Doza Kobanê de hatine dayîn dan û weke “qirkirina siyasî” nirxandin. Welatiyan diyar kirin ku biryar ne ji hêla dadgehê ve lê ji hêla îktîdarê ve hatiye dayîn.    Di danişîna biryarê ya duh a di Doza Kobanê de li Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal, li Fîgen Yuksekdag 33 sal, li 13 siyasetmedaran jî bi sedan salan ceza hate dayîn. Her wiha ji bo 5 siyasetmedaran biryara tehliyeyê û ji bo 12’an jî biryara beraetê hate dayîn.    Xelkê Wanê bertek nîşanî biryarê dan û weke êrişeke li dijî gelê kurd nirxandin. Welatiyan bang li her kesî kirin ku rabin ser pêyan.    'DIVÊ HER KURDEK LI DIJÎ VÊ DERHIQÛQTIYÊ BISEKINE’    Ji welatiyan Şukru Akdogan anî ziman ku li welêt hiqûq tune ye lewma ceza li siyasetmedaran hatiye birîn. Akdogan, wiha domand: “Dadger û dozgeran alî girtin û wisa biryar dan. Divê gelê kurd vê lanet bike û dengê xwe derxîne. Dema mijara behsa xeberê dibe kurd, siyaseta tirk û muxalefet dibe yek. Li cem me baş diaxivin lê li pişt me li dijî kurdan dibin yek.”    Haci Olmez jî diyar kir ku ew ê vê biryarê nas nekin û wiha domand: “Em wan cezayên li siysetmedarên me hatine birîn, nas nakin. Tu hukmê van biryaran tune ye. Qaşo şandeya dadgehê ava kirine lê biryar tenê bi gotina yek kesî dibin. Bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nakin. Ya ku dikeve ser milê gelê kurd ew e ku li dijî vê derhiqûqtiyê rabin ser pêyan û li ber xwe bidin.”    'BIRYAR NE DADGEHÊ, ÎKTÎDARÊ DA’   Şevket Aytekîn jî destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn ne ji hêla dadgehê ve lê ji hêla îktîdarê ve hatiye dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke gelê kurd divê em li dijî vê qirkirina siyasî li qadan bin. Ji ber ku ev qirkirina siyasî ne tenê li dijî siyasetmedarên me, li dijî tevahiya gelê kurd e. Divê çepa tirk jî li dijî vê derhiqûqtiyê bêdeng nemîne. Banga me ji bo her kesî ew e ku li cem edaletê cih bigirin.”    Berat Gumluce jî jî wiha bertek nîşan da: “Tu rewatiyeke hiqûqî yên cezayên hatine dayîn tune ye. Divê ev ceza tavilê bên xerakirin û siyasetmedarên me bên berdan. Dixwazin gelê kurd ceza bikin lê dê tu caran nekarin bigihijin armanca xwe.”