Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt 2024-05-18 09:01:40   AGIRÎ - Birîndar Gezîcî yê DEM Partiyî li Bazîdê di binçavan de rastî îşkenceye bipense hatibû. Di îdianameyê de beyanên wî cih negirtin.    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Birîndar Gezîcî, di 9'ê adarê de li Bazîda Agiriyê hat binçavkirin. Paşê Gezîcî birîn qereqolê. Gezîcî li vir rastî îşkenceyê hat. Gezîcî ku du rojan bi daran û pense hat îşkencekirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê îdianameya der barê Gezîcî de amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Agiriyê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de têkildarî îşkenceya lê hat kirin tu beyan cih negirtin.    Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê der barê giliya Gezîcî ya der barê îşkenceyê de biryara "nekarbidestiyê" da. Dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê re hat şandin.    Danişîna ewil a Gezîcî wê di 28'ê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê lidarxistin.