Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye 2024-05-18 09:18:22 STENBOL- Nesrîn Nas destnîşan kir ku biryara di Doza Kobanê de hatiye dayîn biryareke siyasî ye û got: "Ev biryar ji bo siberoja Tirkiyeyê biryareke hêvîşikestinê ye."    Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 108 tê de hatin darizandin, duh biryar hat dayîn. Di dozê de ku 18 jê girtî 108 kes tê de dihatin darizandin, bi sedan sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hat birin.    Siyasetmedar û aborînas Nesrîn Nas biryarên di dozê de hatine dayîn nirxandin.   KOBANÊ Û GEZΠ   Nasê anî ziman ku ev biryar ne hiqûqî ne û got ku bi vê biryarê tasfiyekirina siyaseta kurd hatiye xwestin.    Nasê anî ziman ku AKP'ê ji bo avakirina "rejîma xwe ya yekparêz" û ji nû ve avakirina xwe serî li du dozan daye û got ku yek ji wan Doza Kobanê ye û ya din jî Doza Geziyê ye. Nasê wiha domand: "Bi yekê jê xwestin muxalefeta demokrat bitepisînin û bi ya din re jî xwestin muxalefeta demokratîk a kurd tasfiye bikin. Ev her du doz, du stûnên girîng in ji bo avakirina rejîmê. Ji ber vê yekê min hêvî nedikir ku biryarên cuda ji van dozan derkevin."    Nesrîn Nas   Nasê diyar kir ku ev dosye ji bo girtina HDP'ê dikare bê bikaranîn û got: "Bi îhtîmaleke mezin ev doz wê ji bo destekkirina dosyeya girtinê bên bikaranîn. Rejîma heyî wê hemû amûrên di destê xwe de ji bo avakirina saziya xwe bi kar bîne û zextê zêde bike."   PEYAMA 'JI KURDAN DÛR BISEKINE'   Nasê bal kişand ser gotinên Erdogan ên 'nermkirinê' û got: "Hem behsa nermkirinê dike hem jî her roj binçavkirin tên kirin û cezayên giran li siyasetmedarên kurd tê birîn. Bi gotina 'Bila mûxalefetê bikişîne aliyê xwe. Ji ber ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de têk çû, bi vê 'nermkirinê' dixwaze muaxelefetê ber bi xwe ve bikişîne. Di heman demê de dixwaze eyarekê bide CHP'Ê jî. Qesda wî ya ji nermkirinê ev e. Erdogan dibêje, 'Ger tu dernekevî derveyî van sînoran, ez ê derfetê bidim te ku tu bibî muxalefete. Lê ji kurdan dûr bisekine.' Ev yek jî nîşan dide ku he rbiçe wê tundtir bibe."    HELWESTA MUXALEFETÊ   Nasê bal kişand ser helwesta muxalefetê ya li hemberî vê dozê û got: "CHP bi girseyî beşdarî rûniştina Kobanê bû û ji serî heta dawî dozê şopand û got, ev dozeke bi eşkere komployeke siyasî ye. Bi vê re got ku ew ê daxilî nava sînorên ku Erdogan xêz kirine nebe. Ger vê helwesta xwe bidomîne wê Tirkiye ber bi dewleteke hiqûqê ya demokratîk ve biçe. Helbet wê ev ne hêsan be. Wê pêvajoyeke dijware be."   Nasê destnîşan kir ku biryara di Doza Kobanê de hatiye dayîn di heman demê de derbeke li siyaseta demokratîk e û got: "Ev biryar ji bo siberoja Tirkiyeyê biryareke hêvîşikestinê ye."      MA / Ferdî Bayram