Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin 2024-05-18 10:39:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin û 463 kes hatin qetilkirin.    Di nava 6 salan de li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye herî kêm 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 463 kes hatin qetilkirin û 142 jin jî rastî êrişa zayendî hatin. Rêistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî mijarê raporek amade kir û ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re şand.    Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn-Şehbayê Roşîn Hido têkildarî mijarê bi ANHA’yê re axivî. Roşîn Hido da zanîn ku li Efrînê her cureyên êrişan tên kirin û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî jinên ciwan bi rêya gefxwarinê tên zewicandin û radestî komên çeteyan tên kirin. Zarokên keç tên revandin û ji bo berdana wan fîdyeyên mezin ji malbatên wan dixwazin. Tirkiye hewl dide tola DAIŞ’ê hilîne. Rêxistina Mafên Mirovan (HRW) piştî 6 salan di 26’ê sibata 2024’an de rapora xwe parve kir û cara ewil got ku li Efrînê êrişên dermirovî tên kirin.”