Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn 2024-05-18 12:47:40 TOKAT - Ji 8 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Tokotê tên ragirtin re 11 roj cezayên hucreyê hate birîn.  Ji 8 girtiyên di Girtîgeha Tîpa T ya Tokotê de tên ragirtin re 11 roj cezayê hucreyê hate birîn. Lijneye Dîsiplînê ya Girtîgheê di 2’ ê gulanê de derbarê Suat Ogûz, Şukru Abdo, Cemal Ozguç, Mehmet Tîryakî, Mehmet Şîrîn Kaya, Ahmet Ayan, Aydin Degirmencî û Cuneyt Aslan re lêpirsîn da destpêkirin. Piştî lêpirsînê cezayê hucreyê li girtiyan hate birîn. Ji bo hinceta cezayên hucreyî jî çalakiya girtiyan a bi daxwaza rakirina tecrîdê û pakanîna azadiya  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hate nîşandan. Girtî li dijî biryarê îtîrazê ji 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tokatê kirin.    ÎTÎRAZA GUHDARKIRINA TELEFONÊ   Li aliyê din hevdîtinên bi parezeran re yên girtiyan ev 3 sal in bi hinceta “agahiyên veşarî yên îstixbarî” tên qeydkirin. Parêzer Ahmet Taş destnîşan kir ku ev sepan derveyî hiqûqê ye û da zanîn ku ew ji ber vê yekê îtîraz li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tokatê kiriye. Dadgeh bêyî sedemekî nîşan bide îtîrazê ji ûsûlê ve red kir.