Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin 2024-05-18 13:22:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayên di Doza Kobanê li siyasetmedaran hatin birîn li Şirnex û Hatayê hatin protestokirin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê biryara Doza Kobanê li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate hilgirtin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen metna daxuyaniyê xwend. Gungen, anî ziman ku vê biryarê nîşan daye ku AKP û MHP’ê li cem DAIŞ’ê cih digirin û wiha got: “Biryara hatiye dayin nîşana wê yekê bû ku yan dê alîgirê gel û demokrasiyê bin, yan jî dê bibin aliyê DAIŞ û faşîzmê. Dadgehê jî aliyê xwe weke DAIŞ û faşîzm nîşan da.”   ‘EM BIRYARÊN DADGEHÊ NAS NAKIN’   Gungen, bi domdarî diyar kir ku di vê pêvajoyê de pêwîstî bi piştevaniyê heye û ev tişt anî ziman: “Em careke din vê dibêjin; em tu carî destûrê nadin faşîzmê. Em di serdemeke wisa de ne ku li dijî faşîzmê divê zêdetir mil bi mil bisekinin. Em van ceza û biryaran nas nakin. Selahattîn, Fîgen, Gunay Kubilay û hemû hevalên me yên ku di Doza Komploya Kobanî de hatin darizandin, di dilê kurd, tirk, kedkar, jin, ciwan û hemû kesên li ser vê axê dijîn de azad in. Hevalên me yên ku bi neheqî û bê hiqûqî hatin cezakirin, di wijdanê raya giştî ya cîhanê de beraet kirin. Têkoşîna me wê hem li hundir hem jî li derve bidome û ji bo mafên hemû bindestan em ê bi hev re bi ser bikevin.”    ‘EM Ê LI DIJÎ VÊ DIJMINATIYÊ TÊBIKOŞIN’    Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez jî bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê bi sala ye dijminatiyê li kurdan û dostên wan dike. Îrmez, daxuyand ku ew biryarên dadgehê nas nakin û dê li ber xwe bidin. Îrmez, wiha bi dawî kir: “Pergala di serdema Dadgehên Îstîklalê de îro jî didome. Lê em ê li dijî vê dijminatiyê têbikoşin.”   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî bi stran û dirûşman bi dawî bû.    HATAY    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê jî têkildarî mijarê li pêşiya konteyniran daxuyanî da û biryar protesto kir. Gelek parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkun Selçuk di daxuyaniyê de wiha got: “Kesên aştiya civakî û siyaseta demokratîk daxwaz dikin nayên cezakirin. Pêdiviya vê erdnîgariyê bi aştiya civakî heye. Divê komara ku ev 100 sal in polîtîkayên red û înkarê didomîne, dawî li vê bîne. Divê daxwaza hemwelatiya wekhev a kurdan, elewiyan, jinan, netewe û pêkhateyên cuda bên dîtin û ji bo bicihanîna vê daxwazê li polîtîkayên aştiyane vegerin. Divê bi destê darazê muxalîf neyên tepisandin. Weke parastvanên mafên mirovan em ê Doza Kobanê bişopînin. Em ê daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.”