Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf 2024-05-19 09:39:34 ÊLIH/SÊRT - Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn ku bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da, diyar kir ku divê doz bê xerakirin û Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî anî ziman ku dozê veguheriye amûreke cezakirinê ya kolektîf.  Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 108 tê de hatin darizandin, duh biryar hat dayîn. Di dozê de ku 18 jê girtî 108 kes tê de dihatin darizandin, bi sedan sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hat birin. Bertekên li dijî biryara cezakirinê didomin.    Gelek derdor bertek nîşanî van cezayan didin. Serokên baroyên Sêrt û Êlihê jî destnîşan kirin ku biryara hatiye dayin ne hiqûqî ye.    Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn anî ziman ku kesên hatin darizandin ji aliyê desthilatê ve hedef hatine girtin  û got ku doz di ser kesên ku di dema çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane re hatiye meşandin û siyasetmedar wekî "kiryar" hatine nîşandan. Alptekîn destnîşan kir ku kes ji ber sûcê kuştinê nehatiye cezakirin û got: "Gava em hukmê binirxînin, a rast di warê hiqûqî de di navbera kesên beraet kirine û yên ceza xwarine tu rewşeke bê ravekirin tune ye. Hemû siyasî ye."    Alptekîn diyar kir ku di warê hiqûqî de divê dosye bê xerakirin û got: "Ji lew re di vî warî de biryarên zelal ên AYM û DMME'yê hene. Li gor van biryaran diviyabû ji zû de dawî li girtinê bihata. Lê mixabin hat vê astê. Hêviya me her tim li teref hiqûq û têkoşînê ye. Ger dosye di warê hiqûqî de bê kontrolkirin wê bi beraetê bi dawî bibe."    ‘AMÛRA CEZAKIRINÊ YA KOLEKTÎF'   Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî bal kişand ser bêhiqûqîtiya di dozê de hatiye kirin û got ku ev doz wekî amûreke cezakirinê ya kolektîf hatiye bikaranîn. Şenses bilêv kir ku armanca vê jî tasfiyekirina siyasetmedarên kurd e.    Şenses got: "Wekî baro wan ji roja ewil de bêhiqûqîtiyên di dozê de ragihandine û ew şopandine. Em ê ji niha û pê ve jî wê bişopînin."