Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe 2024-05-19 10:08:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku heke li Herêma Federe ya Kurdistanê hilbijartin pêk bên dê PDK hêza xwe bêhtir winda bike û wiha got: “Lewma dixwaze taloq bike. Heke PDK qels bibe dê di polîtîkayên Tirkiyeyê yên li herêmê jî bikevin xetereyê.”    Dihat plankirin ku hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê di 30’ê gulanê de bên lidarxistin lê piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ev pêvajo bi awayekî demkî hate sekinandin. Serokê Hikûmeta Demkî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 6’ê gulanê de serî li Dadgeha Federe ya Iraqê da û xwest hilbijartin bên taloqkirin. Dadgeha Federe jî serlêdan qebûl kir û dema hilbijartinê da sekinandin.      Rojnameger Azîz Koyluoglû têkildarî hilbijartina li Başûr, hevsengiyên siyasî, bandora Tirkiye-Îranê ya li ser herêmê û geşedanên dawî ji Ajansa Mezopomtayayê (MA) re axivî.    Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistanê siyaseteke gel esas digire tune ye û wiha got: “Pergala îktîdarê ya li vir zêdetir bi rêya hêzên leşkerî, netewî û hêzên herêmê xwe li ser pêya digire. Bêguman cudahiyên vê îktîdarê hene. Ji dîrokê ve stratejiya PDK’ê wiha ye. Bi dagirkerên Kurdistanê re tifaqan çêdike û li dijî hêzên din ên kurd şer kiriye. Bêguman YNK jî danûstandinên xwe bi hêzên cuda yên herêmê re heye. Lê êrişî hêzên Kurdistanî nekiriye. Zêdetir serî li lihevkirinê dide. Car bi car jî li ser bingeha dijberiya PDK’ê bi hêzên cuda re tifaq çêkiriye.”    Bi domdarî Koyluoglû bal kişand ser hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Hilbijartin gelek caran hatin taloqkirin. Divê 2 sal berê bihatina kirin lê salekê hatin taloqkirin. Îcar diviyabû di payîza 2023’yan de bihatina lidarxistin lê ji ewil taloqî meha kanûnê û piştre jî taloqî adarê kirin. herî dawî jî dê li gorî biryara Dadgeha Federe roja wê bê diyarkirin.”    PERGALA PIRALÎ Û KOTA HATIN RAKIRIN   Di berdewamê de Koyluoglû destnîşan kir ku Dadgeha Federal pergala hilbijartinê guherandiye û wiha dom kir: “Di rewşa heyî de li Başûr hilbijartina yekherêmê hebû lê derbasî pirherêmê bûn. Hilbijêrê li Zaxoyê dikariya dengê xwe bide kesê li Silêmaniyeyê. Lê dadgehê ev betal kir û hilbijartina ji çar herêman pêk tê ava kir. Her wiha pergala kotayê rakir. Neheqî li kêmneteweyan kir. Tirkmenan berê digotin; ‘li başûrê Kurdistanê milyonek nifûsa me heye, li Hewlêrê nifûsa me heye.’ Bi vê hejmarê dikarin herî kêm 10 kursiyan bi dest bixin. Ji ber vê daxuyaniyê Dadgeha Federe kota rakir. Ji kotaya 11 kesan 6 jê tirkmen, 3 asur, yek êzidî û yek jî şebek bû. Lewma rakirina kotayê bû neheqî. Heke bikevin hilbijartinê nikarin namzetekî derxînin. Lê divê li parlamentoyê hebin. Di pergala kotayê de neheqî li êzidî û şebekan hate kirin.”    Koylugolû wiha domand: “Serokê herêmê yê demkî Mesrûr Barzanî ku dema wî qediyaye li Dadgeha Federe îtîraz kir û hilbijartin hate sekinandin. Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê jî da sekinandin. Dema vê komîsyonê di tîrmehê de tije dibe. Lê rayeya vê komîsyonê 6 mehan hate dirêjkirin. Tirkmen, asur û PDK li dijî pergala hilbijartinê ya Dadgeha Federe bigazincin. Dadgeh îtîrazên wan dinirxîne. Divê biryarê bide ku dîroka hilbijartinê bê diyarkirin.   DADGEHÊ ÇIMA HILBIJARTIN DA SEKINANDIN?    Bêguman aliyekê vê ya siyasî heye. Di vê pêvajoyê de di navbera YNK-PDK’ê de nîqaşên hilbijartinê çêbûn. PDK’ê biryar da ku biryarên Dadgeha Federe protesto bike û tev li nebe, boykot bike. Got ku dê nehêle li Hewlêr û Dihokê sindoq bên danîn. Bêguman dê ev yek jî krîza li Iraqê kûrtir bike. Heke Dadgeha Federe biryara hilbijartinê dabûya û PDK’ê jî asteng bikira, dê ev yek li ser bingeha dijbertiya destûra bingehîn bihata nirxandin. Û Iraqê dikariya PDK weke rêxistineke neqanûnî binirxanda û bigirta. Di halê hazir de Iraq nikare aloziyeke wiha ragire. Heke PDK bihata girtin, weke rêxistineke neqanûnî bihata ragihandin û ji hêla leşkerî ve mudaxileyî herêmên PDK’ê bikira dê şerê pevçûnên navxweyî kûrtir bûbûna.”    'PIŞTGIRIYA GEL A JI BO PDK’Ê KÊM BÛ’   Azîz Koyluoglû da zanîn ku PDK’ê hêza xwe winda dike lewma dixwaze hilbijartinê taloq bike û ev nirxandin kir: “Tirkiye naxwaze hilbijartin niha bên lidarxistin. Ji ber ku niha îktîdareke defakto îktîdar e. Û PDK birêve dibe. PDK niha bi Tirkiyeyê re tevdigere. Tirkiye naxwaze ev rewş biguhere. Lewma naxwaze hilbijartin çêbibe. Heke hilbijartin çêbibe îxtîmaleke mezin dê PDK ji îktîdarê bikeve. Piştgiriya gel a ji bo PDK’ê niha di asta herî kêm de ye. Ji hêla leşkerî ve jî nikare xwe ji vê rewşê xelas bike. Jixwe Erdogan di hevdîtina xwe ya li Iraqê de daxwaza xwe ya ji bo taloqkirina hilbijartinan anî ziman. Di vê mijarê de siyaseta wan û PDK’ê heman e.”   Koyluoglû, bi lêv kir ku piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê hilbijartin hatine taloqkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tiştekî tesadufî nîne. Di serdanê de Nêçîrvan Barzanî pir pesnê rayedarên Îranê da. Dema Nêçîrvan Barzanî li Tehranê, îtîraza Mesrûr Barzanî hilbijartin da sekinandin. Di esasê xwe de Îranê ev pêvajoya hilbijartinê da sekinandin. Pêvajoya heyî tevlihev e. Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê hevdîtinan dike û hewl dide dîrokê diyar bike. Bêguman heta Dadgeha Federe biryarê nede dîrok nikare bê diyarkirin. Divê ji bo îtîrazên hatine kirin jî biryar bê dayîn. Pêvajoya hilbijartinê pêvajoyeke bipirsgirêk e. Dixwaze vê rewşa îktîdara defakto bidomîne. YNK dixwaze hilbijartin bê kirin û herêm jinûve bê dîzaynkirin. Sedema israra YNK’ê ya di hilbijartinê de ew e ku niha pir bihêz e. Piştgiriya gel zêde heye. Dixwaze bi rêya vê piştgiriyê, bi saya têkiliyên xwe yên bi hêzên herêmî navneteweyî bibe îktîdar.”    'HEKE PDK WINDA BIKE DÊ TIRKIYE JÎ WINDA BIKE’    Rojnameger Koyluoglû axaftina xwe wiha qedand: “Heke hilbijartin bên lidarxistin dê di hevsengiyên nû de PDK di plana duyemîn de bimîne. PDK’yeke di vê rewşê de jî dê li ser polîtîkayên Tirkiyeyê xetereyên cidî çêbike. Dê qada tevgerê ya Tirkiyeyê teng bibe. Heke hilbijartin çêbibe dê PDK nekare rewşa xwe ya heyî biparêze. Ev di heman demê de tê wê wateyê ku Tirkiye nikare rewşa xwe heyî biparêze. Tirkiye amadekariyan dike di vê havînê de êrişeke dagirkeriyê ya berfireh bike. Lewma naxwaze hevsengiya heyî xerab bibe. Hilbijartin çêbibe jî çênebe jî krîzeke pir mezin li pêşiya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku hem sînorên YNK’ê hem jî yên PDK’ê hene. Em qala herêmeke du dewlet dikin. Heke PDK di hilbijartinê de winda bike jî dê nehêle hêzeke din li herêma wê xurt bibe. Her wiha heke piraniya parlamentoyê winda bike jî gelo dê bihêle parlamento bixebite, dê bihêle hikûmet ava bibe? Ev tevek jî nîşaneyên krîzên mezin in. Heke hilbijartin nebe jî nikare vê rewşa defakto ya heyî bidomîne.”