Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’ 2024-05-19 10:18:50 WAN - Kesê bi navê Ziya Turk li Wanê di bin navê reklam û abonetiyê de bi milyonan lîre ji qeyûman standibû. Turk çû serdana Emniyeta Wanê û emniyetê wêneyên wî li ser malpera xwe parve kir.  Midûriyeta Emniyetê ya Wanê kesê bi navê Ziya Turk ku di bin navê reklam û abonetiya malpera xwe ya pir tê tikandin û kanala Youtubeyê ya pir kêm tê temaşekirin bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî kir mêvanê xwe. Piştî li Wanê siyasetmedarên kurd hatin hilbijartin, Turk ji bo tayînkirina qeyûman nûçeyên asparagas parve dikir û bûbû rojev. Balkêş e ku piştî vê rewşê Midûriyeta Emniyetê ya Wanê kir mêvanê xwe. Midûriyeta Emniyetê wêneyê serdanê li ser malpera xwe parve kir û peyama “xwedîderketina li Turk” da.    ÇI BÛBÛ?   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Wanê tevahiya şaredariyan bi dest xist. Piştî vê serkeftinê, Xwediyê Îmtîyazê ya Rojnameya Van Postasiyê Ziya Turk ji bo tayînkirina qeyûman serî li nûçeyên bêbingeh da û siyasetmedar hedef girt. Armanca Turk jî bi belgeyên derketin holê eşkere bû. Li gorî belgeyan, Turk ji bo abonetî û reklama malpera xwe ya ku tikandina wê pir kêm e û kanala Youtubeyê ku pir kêm kes temaşe dikin, ji 4 qeyûman zêdetirî 3 milyon TL pere standiye.    Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê û endamên meclisê, ji ber karûbarên derusûlî serlêdana sûc kiribûn.