Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn 2024-05-19 15:13:17   BEDLÎS/ AYDIN - Li ser rêya Tetwan û Wanê de otobûsa rêwiyan wergeriya û 5 kes birîndar bûn. Li Aydinê jî 2 otomobîlan li hev xist û kesekî jiyana xwe ji dest da.    Li ser rêya di navbera Tetwan a Bedlîsê û Wanê de otobûseke rêwiyan wergeriya. Di qezayê de 5 kesên birîndar bûyîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.    Li Xaçerêya Yenîpazarê ya rêya di navbera navçeya Efeler a Aydinê û Mûglayê de jî 2 otomobîl li hev qelibîn. Wesayîta ji hêla H.K. ve dihat ajotin li wesayîta Muzeyyen Acar diajot xist. Di qezayê de 7 kes birîndar bûn. Ji birîndaran Muzeyyen Acar tevî hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. Tedawiya 6 kesên din a li nexweşxaneyê didome.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate desptêkirin.