Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin 2024-05-19 16:33:47 ENQERE - Siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî biryara dadgehê weke “qirkirina hiqûqê” û “xelatkirina DAIŞ’ê” nirxandin û wiha gotin: “Çi dibe bila bibe em ê ji têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê tawiîzê nedin.”  Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 kes jê dihatin darizandin, biryar hate eşkerekirin. Di danişîna biryarê ya di 16’ê gulanê de dosyayên 72 kesên derheqê wan de biryara girtinê hebû hatin cudakirin û derheqê 16 jê girtî 36 kesan de jî biryara hate dayîn. Li Demîrtaş 42 sal, li Yuksekdag 30 sal û 3 meh, li 24 siyasetmedarên din jî bi giştî 401 sal û 79 meh cezayê hefsê hate birîn. Li siyasetmedar Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Meryem Adibellî, Ayla Akat Ata û Ayşe Yagci li gorî rêzê 12 sal, 12 sal, 9 sal, 9 sal û 9 sal ceza hate birîn û hatin tehliyekirin.    'DÊ DÎROK KESÊN EV XELAT DAYÎN DAIŞ’Ê EFÛ NEKE’   13 siyasetmedarên di dozê de girtî bi rêya parêzerên xwe re ji ajansa me re peyam şandin.    Peyamên siyasetmedarên girtî wiha ne:    “Gunay Kubîlay: Di şert û mercên ku jin dihatin tecawizkirin, li bazarên koleyan dihatin firotin, zarok dihatin revandin û qirkirin dihat kirin de sûc nîne ku mirov piştgiriyê bide û banga piştevaniyê bike. Tê zanîn ku li her devera cîhanê dema zarok radizên her kes bêdeng dibe, ne dema ku tên kuştin. Dîroka mirovahiyê dê cezakirina kesên ji ber bangawaziya li dijî barbariya DAIŞ’ê hatin cezakirin weke xelateke ji DAIŞ’ê re qebûl bike û dê kesên DAIŞ xelat kirin tu caran efû neke.    KAHRAMAN: EM Ê GOTINA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ BIDOMÎNIN    Zeynep Kahraman: Tehliyekirina pênc siyasetmedaran bila tu kesî nexapîne. Di esasê xwe de hukmê xwe li gorî 302’yê dan. Me heta dawiyê li ber xwe da û yek kêliyê jî dudil neman. Di şexsê qirkirinên Kobanê û Şengalê de me sekna xwe ya mirovî ya birûmet raber kir. Em hêz û moralê xwe ji mafdariya xwe duh û îro digirin. Me serî li ber fermanên derheqê me de hatine dayîn netewand. Me bi tililiyan dest pê kir û got ‘Bijî berxwedana Kobanê’ û dê bi ‘Jin Jiyan Azadî’ bidomînin.   OLBECÎ: BERHEMA ENDEZYARIYA SIYASÎ YE   Zeynep Olbecî: Ez weke dîlgirtî têm ragirtin. Daxwazên demokratîk ên gelê kurd tên hepskirin. Dixwazin xeyalên me heps bikin. Ev dosya, berhema endezyariya siyasî ye. Tu bingeheke wê ya hiqûqî nîne. Xerabiyeke birêxistinkirî û sîstematîk e. Tişta herî girîng a em di vê pêvajoyê de li ser pêyan girtî, piştevanî bû. Divê muxalefet û hemû bindest çavên xwe vekin. Bertekên wan ên demokratîk û piştevaniya wan erênî ye.    ALTINORS: JI BO TWÎTEKÊ 22 SAL Û NÎV CEZAYÊ HEFSÊ   Alp Altinors: Ji bo tweetekê 22 sal û nîv cezayê hepsê! Tweeteke ku DMME’yê weke hêmayê sûc qebûl nekiriye! Ji bo tweeteke li dijî DAIŞ’ê banga protestoyên demokratîk kirî! Duh li Enqereyê qirkirineke hiqûqê hate kirin.    URKUT: EV ROJ DÊ DEBAS BIBIN   Alî Urkut: Em ê ji demokrasî, aştî û têkoşînê tawîzê nedin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin. Bi hezarna hevalên me yên mîna me bedel dayîn hene. Em baş bi vê hiqûqa dijminatiyê dizanin. Ev roj dê derbas bibin. Silav û hezkirinên xwe ji bo dest û rêhevalên xwe yên mil didin têkoşîna me û didomînin re dişînim.    ŞENGUL: WIJDANA ME REHET Û SERÊ ME BILIND E    Îsmaîl Şengul: Tevî biryarên hatine dayîn jî em ê ji têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê paşvegav neavêjin. Bi hesabên zirav ên endezyariya siyasî re zabitên dadgehê tije kirin. Bila vê bizanin ku tu wate û nirxekî kaxizên danîn pêşiya me tune ne û dê nebin. Dema hovên DAIŞ’ê li Kobanê komkujî dikirin, dema mirov direvandin, jin tecawiz dikirin û li bazarên koleyan diforitin, me nedikariya bêdeng bisekinin. Em bêdeng neman jî! Weke siyasetmedarên birûmet ên vî welatî me li hemberî vê trajediya mirovahiyê, me banga têkoşîn û hestiyariyê li gelên xwe û raya giştî kir. Bi vê yekê re me peywira xwe ya însanî pêk anî. Lewma jî wijdana me rehet û serê me bilind e. Têkoşîna ku me duh li dijî DAIŞ’ê li Kobanê kirî, em ê bi yekitî, piştevanî û yekbûna xwe mezintir bikin. Ji tevahiya gelê me re rêz û hurmetên xwe dişînim. Ji ber piştevaniya wan a di vê pêvajoyê de, spasiya wan dikim.”    MA / Firat Can Arslan