‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’ 2024-05-19 16:41:36   RIHA - Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Curnê Reş didomin. Di xebatan de ev peyam hate dayîn: “Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji vê zilmê re bibêje êdî bes e. Em ê jiyaneke nû ava bikin.”    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên li navçeya Curnê Reş a Rihayê berdewam in. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma û DEM Partî derî bi derî, kolan bi kolan xebatên xwe didomîne. DEM Partî îro ji du baskan ve li gundên navçeyê xebat meşand. Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mahmût Dîndar jî tev li xebatan bûn.    Hevşaredarê Curnê Reş Serhan Paydaş û Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li gundên Çataqa Jerîn û Çataqa Jorîn xebat meşandin. Şande çû serdana karkerên demsalî yên di nava zeviyan de dixebitîn, li pirsgirêkên wan û binpêkirinên mafan guhdarî kirin. Sayyîgît bal kişand ser şert û mercên zehmet ên karkeran û wiha got: “Serkeftina me ya di 31’ê Adarê de ranegirtin. DEM Partiyê bi ferqekî 521 dengan bi ser ket lê AKP’iyan sindoq şewitandin. Gel îradeya xwe nîşan da. Hêviya me ew bû ku rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Bi salan li vê derê heman kesan şaredarî birêve birin. Lê têkçûna xwe qebûl nekirin. Em dixwazin hûn jî piştgiriyê bidin me. Em li Curnê Reş bi ser ketin û dê careke din bi ser kevin. Daxwaza me ya ji we ew e ku hûn ji vê xespkirina îradeyê re bibêjin êdî bes e. Daxwaza me ya ji her kesî ew e ku di 2’yê hezîranê de biçin ser sindoqê, dengê xwe bidin DEM Partiyê û xwedî li sindoqê derkevin. Hinek kes (Serokê AKP’ê yê Bajar Alî Îhsan Delîoglû) ji bo karkerên demsalî dibêjin diçin betlaneyê. Divê em ji vê zîhniyetê re bibêjin êdî bes e. Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji vê zilmê re bibêje êdî bes e. Em ê li vir jiyanê jinûve ava bikin. Em bi van bîr û baweriyan xebatên xwe dimeşînin.”    DERÎ BI DERÎ GERIYAN    Namzetê Hevşaredariyê Garîp Yeşîl û Parlamenterr Mahmût Dîndar jî li gundê Heremî Birc derî bi derî xebatên hilbijartinê meşandin. Şande li taxê bi coş hate pêşwazîkirin. Şandeyê tiştên di 31’ê Adarê de qewimîn teşhîr kirin û gotin ku dê di 2’yê hezîranê de bi ferqekî mezin bi ser kevin. Şandeyê her wiha projeyên xwe vegotin, belavok belav kirin û peyama “Em ê teqez bi ser kevin” da.    ÇI BÛBÛ?   Pusulayên dengan ên sindoqên 119 û 1120 ênli Navenda Ciwanan a navçeya Curnê Reş a Rihayê di şeva 31’ê Adarê de ji hêla biraziyê namzetê AKP’ê Alî Îhsan Bayik ê bi navê Mûstafa Bayik û komeke ji 50 kesan pêk dihat ve hatin şewitandin. Dîmenên bûyerê jî derketibûn holê. Tevî vê jî DEM Partiyê bi 521 dengan ferq şaredarî bi dest xist. Lê li ser îtîraza AKP’iyan, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bi hinceta şewitandina dengan biryara dubarekirina hilbijartinê dabû. Îtîraza DEM Partiyê ya li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar hate redkirin. Li ser vê yekê DEM Partiyê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. YSK’ê serlêdan red kir û biryar da ku hilbijartin di 2’yê hezîranê de dîsa bê lidarxistin.