Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat 2024-05-19 18:29:18 STENBOL - Li Stenbolê Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di dema binçavkirinê de xwestibûn bên windakirin, bi ser gorên xwe hatin bîranîn. Keça Ocak Masîde Ocak bi ser gora bavê xwe axivî û got: “Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat.” Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di bin çavan de hatine windakirin, di çarçoveya “17-31 Gulanê  Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayên Binçavkirî a Navneteweyî, li Goristana Gazî de bi ser gorên xwe hatin biranîn. Tevî xizmên windayan Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Seroka Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) a Stenbolê Denîz Aktaş û gelek kes tev li bîranînê bûn. Bi ser navê windayan gorên Ocak û Karakoç bi qurnefîlan hatin xemilandin û wêneyên windayan hatin danîn.    ‘JI BO ROJÊN RONÎ TÊKOŞIYAN’   Bîranîn piştî rêzgirtinê dest pê kir û Ridvan Karakoç bi ser gora birayê xwe Hasan Karakoç wiha axivî: “Xwestin kesên herî fedakar û baş bi rêbazên herî hovane qetil bikin. Armanca tunekirina wan, tunekirina fikr, raman û cihana ku ew dixwestin wek adilane û kêrî dîrokê were bû. Ew ji bo ku em bigihin pêşerojên ronî, canê xwe feda kirin. “   ‘TÊKOŞÎN JI BO QER WERE RAZANDIN DIDOME’   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku ew bi Ridvan Karakoç re di mala Apê Mûsa de hev û dû nas kirine û derbarê Karakoç de wiha axivî: “Xwe dabû têkoşîna mafdar a gelê kurd. Rojên sibata sala 1995’an bû. Ji min re got ku, ‘Min dişopînin, dê zirarê bidin min. Ez ê wekaleta xwe bişînim te. Rica dikim her roj li min bigere.’ Min bi her roj wî digeriya, rojekî min jê agahî negir. Piştre em hatin heya vê derê.”    Keskîn da zanîn ku derbarê têkoşîna ew didin meşandin  de gelek caran ji wan re “Ma hûn bêzar nabin, ma hûn natirsin, ma hûn na westin” tê gotin û derbarê van pirsan de ev tişt gotin: “Erê em bêzar nabin, em nawestin û em natirsin, miriyên me hene. Ridvan yek ji wan bû. Wekî Ridvan Karakoç, Hasan Ocak û, em ji bo qerê hemû rêhevalên xwe razînin têkoşîn didome. Bila aram be, têkoşîna wan emanetî me ye.”    ‘EM Ê HEYA KUJER TÊN DÎTİN DEST JI BERPIRSYARIYA XWE BERNEDIN’   Piştre Gulistan Yolerî bi ser gora Hasan Ocak axivî. Yolerî bi bîr xist ku bi têkoşîna dîtina Ridvan Karakoç û Hasan Ocak, têkoşîna Dayikên Şemiyê dest pê kir.    Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî bal kişand ser têkoşîna ji bo xizmên xwe dane meşandin û ev tişt gotin: “Em rastî polîtîkayên ku me ji vê lêgerînê sar bikin hatin. Em rastî zordariyê hatin, li ber deriyê dadgehan bêzar bûn. Kê berpirsê van polîtÎkayan e, kê ferman da. Çend sal jî derbas bibin, em ê dest ji pêkanîna berpirsyariya xwe bernedin.”    SOZA WE DAYE DAYIKA BERFO BIGIRIN   Dayika Mûrat Yildiz ê di binçavkirinê de hatiye windakirin Hanîfe Yildiz jî soza Serokkomar Erdogan daye dayika Cemîl Kirbayir, Dayika Berfo, xwest ev soz were pêkanîn û wiha got: “Min kurê xwe teslîmî dewletê kir. Hezar caran poşman im. Ma hûn şerm nakin tên vê derê.”   ‘ÊRIŞ BI TÊKOŞÎNÊ HATIN PAŞXISTIN’    Hevseroka ESP’a Stenbolê Denîz Aktaş jî da zanîn ku di salên 1990’î de gelek sosyalîst û şoreşgerên welatparêz hatine windakirin û axaftian xwe wiha domand: “Lê belê êriş bi têkoşîna malbat û sosyalîstan a “We sax girt, em sax dixwazin” hatin paşxistin. Îro li Kurdistanê bi binçavkirinan her roj êrişên desthilatê didomin, me jî têkoşînê domand. Di heman demê de têkoşîna Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi heman biryardariyê didome. Êrişên li dijî dayikên me û binçavkirin ji van polîtîkayên dewletê dûr nîn in.”     Herî dawî Masîde Ocak axivî û wiha got: “Ez we bi kena Hasan silav dikim. Şîna me didome ji ber edaletê pêk nehat.”