Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin 2024-05-21 09:09:50 AMED - Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever ku diyar kir ku wê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomînin got: "Ger armanc areseriyê pirsgirêka kurd be, destpêkê divê dewletên Ewropayê û Konseya Ewropayê têkevin dewrê û li dijî van bêhiqûqîtiyan helwestê nîşan bidin."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda "mutlaq" de tên girtin 38 meh in tu agahî nayê girtin. Bi armanca şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fizîkî, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat destpêkirin. Kampanyaya ku ji aliyê siyasetmedar, akademîsyen, zanyar, nivîskar, aktîvîst, sazî û rêxistinên navneteweyî ve tên naskirin, roj bi roj mezin dibe. Kampanya bi meş, çalakiya şandina nameyan, xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan berdewam dike.   Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) ku li Ewropayê têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê bi rê ve dibe, di vê çarçoveyê de xebatên xwe yên dîplomatîk didomîne.   Çalakiyên ji bo şandina nameyan ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re dewam dikin û tê plankirin ku çalakiyên girseyî yên nû di 1'ê Hezîranê de bên destpêkirin. Kurdistanî û dostên wan wê di 25’ê Hezîranê de biçin serdana Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku 12 sal in didome û li ber CPT’ê daxuyaniyeke girseyî bidin.   Hevserokê KCDK-E Engîn Sever, kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û helwesta hêzên navneteweyî nirxand.   Engîn Sever   Sever diyar kir ku bi polîtîkayên tecrîdê yên 26 sal in li ser Ocalan tên meşandin armanc tunekirina kurdan e û got ku bi berxwedana Abdullah Ocalan û kurdan komplo û polîtîkayên tecrîdê pûç bûne. Sever anî ziman ku Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe ku komploya li ser wî hatibû ferzkirin pûç kiriye û got: “Îro paradîgmaya birêz Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û hêzên komploger jê ditirsin. Ji ber vê sedemê bi taybet li ser birêz Ocalan polîtîkaya neragihandina mutleq û tecrîdê tê meşandin."   ‘MUXATABÊ ME NE TIRKIRYE YE'   Sever da zanîn ku kurd û dostên wan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û got ku wan bi kampanyaya ku di 10'ê Cotmehê de li 74 navendan hatiye destpêkirin peyama "Heta birêz Ocalan azad nebe pirsgirêka kurd çareser nabe" daye. Sever diyar kir ku berxwedana wan a li dijî tecrîdê didome û got: “Em ê berxwedana xwe bi avakirina xebatên xwe yên li Ewropayê yên li ser 3 lingan bidomînin. Ya yekem xebatên dîplomatîk ên gelê kurd û dostên wan e. Ya duyemîn çalakiyên girseyî, ya sêyemîn jî belavkirina paradîgmaya birêz Ocalan e. Peyama ku ji lêkolînên me derket bi awayekî zelal nîşan da ku gelê kurd û dostên wan wê vê tecrîdê qebûl nekin. Muxatabê me ne dewleta tirk a komkujer e, CPT ye, Konseya Ewropa û DMME ye."   ÇALAKIYÊN 'KURD AŞTIYÊ DIXWAZIN' DEST PÊ DIKIN   Sever diyar kir ku ew bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî, kurd aştiyê dixwazin" plansaziya çalakiyeke nû dikin û got ku çalakî wê ji 1'ê Hezîranê dest pê bikin. Sever da zanîn ku ew ê bi heman dirûşmeyê li gelek deverên cîhanê û bi taybet li Ewropayê bi heman dirûşmeyan bixebitin û got: "Em ê di 25'ê Hezîranê de biçin Nobeda Azadiyê ya ku li Strasboûrgê di sala 12'emîn de berdewam dike û em ê li ber CPT'yê çalakiyên girseyî li dar dixin. Eger çalakiyên me encam negirin em ê çalakiyên xwe di meha Tîrmeh û Tebaxê de jî bidomînin."    Engîn Sever ku diyar kir ku wê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomînin got: "Ger armanc areseriyê pirsgirêka kurd be, destpêkê divê dewletên Ewropayê û Konseya Ewropayê têkevin dewrê û li dijî van bêhiqûqîtiyan helwestê nîşan bidin."  konuştu.    MA / Delal Akyuz