Vegera welat a êzidiyan didome 2024-05-21 10:49:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên êzidî yên ji ber êrişên DAIŞ’ê hatine koçberkirin, vedigerin Şengalê.    Vegera xelkê Şengalê ya ji bo ser cih û warên xwe didome. Duh 70’ê malbat îro jî wê 79 malbatên din vegeriyan Şengalê. Rêveberiya Xweser a Şengalê malbatên vedigerin pêşwazî dikin û ji wan re dibin alîkar.   Ji kampên Mam Reşan û Êsiya yên Dihokê 70 malbatên Şengalî vegeriyan ser cih û warên xwe. Şengalî li gund û komelgehên Şengalê belav bûn û bi cih bûn.   Koçberên ji Şengalê doh êvarê gihîştin Şengalê û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Tê payin ku îro jî 79 malbatên Şengalî yên li kampa Mam Reşan vegeriyan cih û warên xwe.   Li gorî biryara hikumeta Iraqê heta 30’ê tîrmehê kampên li Başûrê Kurdistanê wê bêne girtin. Lewma vegera li Şengalê di demên dawî de zêde bû. Li gel astengiya PDK’ê jî Şengaliyên li kampan, dema ku firsendê dibînin li warê xwe vedigerin. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî koçberan pêşwazî dike û ji bo cihbûna wan dibe alîkar.