Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin 2024-05-21 10:55:53   AMED - Bêrîtan Sert diyar kir ku birayê wê Mazlûm Sert ê di pîrozbahiya Newroza Îzmîrê de hatiye girtin di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin û ji bo birayê xwe banga hestiyariyê kir.    Mazlûm Sert piştî pîrozbahiya Newroza li Îzmîrê bi îdiayên “Propaganda rêxistinê kiriye” û “li ber polîsan rabûye” tê binçavkirin û di 17’ê adarê de bi hinceta “li dijî polîsan derketiye” tê girtin. Hat zanîn ku Mazlûm Sert di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin. Ewilî wî dibin Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê û paşê jî wî dibin Girtîgeha Menemena Îzmîrê û dixin qawîşa girtiyên edlî. Sert her çiqas xwestiye biçe qawîşa girtiyên siyasî jî daxwaza wî hatiye redkirin.    TEVÎ DELÎL TUNE NE JÎ HATIYE GIRTIN    Xwişka Sert, Bêrîtan Sert diyar kir ku birayê wê bi sepanên kêfî û bipêkirinên mafan re rû bi rû maye û heke tiştek were serê birayê wê îdareya girtîgehê jê berpirsiyar e. Sert anî ziman ku piştî pîrozbahiya Newrozê tê îdiakirin ku birayê wê li polîsa daye û tevî ku delîlên şênber tune ne jî birayê wê hatiye girtin.    Sert diyar kir ku dozgeriyê rapora ku rewşa birîndarkirinê dide nîşandan xwestiye û got: “Polîsê ku îdia dike birayê min lê daye, tevî tê xwestin jî naçe heyetê û raporê wernagire. Ji bo biryarê li benda raporê ye. Ji bo rapor neyê derxistin dikin hinceta girtina birayê min.” Sert anî ziman ku birayê wê û parêzera/ê wî tevî ku daxwazname şandine ku wî derbasî qawîşa girtiyên siyasî bikin jî lê daxwazname bê bersiv maye û di vê derbarê de jî giliyê rewşê kirine.    DI QAWÎŞA 14 KESÎ DE 30 KES DIMÎNIN   Sert da zanîn ku dema birayê wê birine Girtîgeha Menemenê du hefteyan agahî jê negirtine û wiha axivî: “Ji ber kartê wî yê telefonê nebûye, nikaribûye li me bigire. Mafê wî yê ragihandinê binpê kirine. Di qawîşa 14 kesî de 30 kes dimînin. Li erdê li ser nivînên qirêj radikevin. Ev sepan li dijî mirovî ne. Ev nêzîkatî nayên qebûlkirin. Têkildarî vê rewşê me serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Girtî her roj li girtîgehan li dijî zext û zilmê li ber xwe didin. Divê rêxistinên mafên mirovan jî div ê mijarê de tişta dikeve ser milê wan bikin.”