Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin 2024-05-21 12:11:10   MÊRDÎN - Rojnamevan Ferît Aslan di danişîna ewil a bi îdiaya “agahiya şaş belav kiriye” dihat darizandin de hat beraetkirin.    Rojnamevan Ferît Aslan nûçeya, “Li Mêrdînê dadgerek bi polîsan ve bi ser dibistanekê de girt, sê xwendekaran kir binçavan” çêkiribû. Der barê Ferît Aslan de bi îdiaya ku “agahiya şaş belav kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Mêrdînê hat lidarxistin. Aslan û parêzerê xwe tev li danişînê bûn.    Agahiyên li ser dosyeyê hatin xwendin. Aslan di parastina xwe de diyar kir ku 33 sal in ew rojnamevaniyê dike û piştî wî nûçeya xwe ji gelek çavkaniyan piştrast kiriye paşê weşandiye. Aslan da zanîn ku daxuyaniya serdozgeriyê jî nûçeya wî piştrast kiriye û nûçeya wî rast bûye û xwest bê beraetkirin.    Parêzerê wî Neşet Gîrasûn jî parastina miwekîlê xwe kir û got nûçeya miwekîlê wî rast e û xwest miwekîlê wî bê beraetkirin.    Dozger xwest der barê Aslan de biryara beraetê bê dayîn. Dadger jî der barê Aslan de biryara beraetê da.