Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin! 2024-05-21 12:28:31 AMED - Doza Recep Hantaş ê li Amedê ji aliyê polîs ve hatibû kuştin, hat lidarxistin. Dadger hewceyî bi cezakirina kujer nedît.    Recep Hantaş (20) li Parka Sumerê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê di 14’ê nîsana 2019’an de bi şev kaxezan kom dikir. Polîs bi demançeya xwe êrişî Hantaş kiribû û ew kuştibû. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê polîsê kujer Kazim Bozkurt de biryara beraetê dabû. Dadgeha Îstînafê ya Amedê biryara beraetê xera kiribû. Danişîna doza Hantaş ji nû ve li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Îro danişîna duyemîn hat lidarxistin û polîsê kujer beşdarî danişînê nebû û parêzerên malbata Hantaş, Mehmet Oner û Serokê ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz û parêzer Yakûp Guven beşdarî danişînê bûn.    Bersûc ango kujer daxwaznameyek nivîskî şand dadgehê û îdia dike ku ne wî Recep Hatnaş kuştiye û nizane ji aliyê kî ve hatiye kuştin. Parêzeran xwest bersûc ji sûcê "kuştina bi qestî" were cezakirin.    Lê tevî parastin û daxwaza parêzeran jî şandeya dadgehê biryara "hewceyî bi ceza nîne" ango "cihê cezakirinê nîne" der barê kujer ango polîs de da.