Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt 2024-05-21 14:41:14   STENBOL - Polîsan li Stenbolê avêt ser ofîsa Sendika.Orgê û hat gotin ku kes lê nebûye.    Polîsan li Stenbolê avêt ser ofîsa Sendika.Orgê. Hat zanîn ku di kêliya serdegirtinê de kes li ofîsê nebûye û pirtûk û dolabên li ofîsê hatin belavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan piştî serdanê kilîda deriyê ofîsê guhertiye.    Her wiha hat zanîn ku polîsan di serdegirtinê de hin wêneyan desteser kiriye û serdegirtin bi awayek hemwext bi serdegirtina malan ku îro li Stenbolê bi hinceta beşdariya 1’ê Gulanê pêk hatiye.