Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye 2024-05-21 14:59:14 AMED - Di doza têkildarî kuştina Hantaş hatiye vekirin de polîsê bersûc ceza negirt. Parêzer Ercan Yilmaz bertek nîşanî biryara dadgehê da û anî ziman ku biryar derveyî qanûnê ye.    Li navçeya Bajarê Nû ya Amedê di 14’ê nîsana 2019’an de xurdevan Recep Hantaş (20) bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Di doza derbarê bûyerê hatiye vekirin de dadgeh biryar da ku hewcehî bi cezakirinê nîn e. Ji parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz têkildarî biryarê axivî.    KUŞTINA HANTAŞ WEK ‘PARASTINA CEWHERÎ’ HATE DÎTIN   Yilmaz diyar kir ku biryar bikaranîna çekê rewa dike û ev tişt gotin: “Di biryara ewil de ji ber ji ber nehat zanîn ku ji 5 polîsan kê gule berdaye, di çarçoveya “ji gumanbariyê bersûc sûd digire” biryara beraetê hatibû dayîn. Me ji ber vê yekê îtîraz kir û îstînaf biryar betal kir û dosye paş ve şand. Di danişîna îro hatiye lidarxistin de dadgeh diyar kir ku polis ji sînorê rayeya bikaranîna çekê derneketiye, di çarçoveya ‘parastina cewherî’ de çek bi kar aniye.”    ‘MÎNAKA BÊCEZAHIŞTINÊ’   Yilmaz diyar kir ku ew wek ÎHD ev demekî dirêj e ku dozên bi vî rengî dişopînin û axaftina xwe wiha domand: “Pratîkekî darazê heye ku bi salan e polîtîkaya bêcezahiştinê didomîne. Ev doz jî mînaka herî baş a bêcezahiştinê ye. Qeydên kamerayan hene, her tiştek pir zelal dişibe dosyeya Kemal Kûrkût. Bi awayekî zelal tê dîtin ku polîs hedef digire û dibe sedema kuştina mirovekî lê biryarekî wiha hate dayîn.    HINCETA DADGEHÊ   Yilmaz derbarê rapora ATK’ê amade kiriye de ev tişt gotin: “ATK di rapora xwe de aniye ziman ku di kêliya Recep Hantaş hatiye kuştin de 5 polîs hene, di nav wan de polîsê berê çeka xwe dirêjî Hantaş kiriye tê darizandin. Hat destnîşankirin ku ji ber vê yekê biryara beraetê nayê dayîn. Lê belê vê carê di biryarê de tê gotin ku polîs neçar maye ku çekê bikar bîne. Dadgeh hincetekî wiha dît. Em vê yekê qebûl nakin.”    ‘MUDAXILE LI DOSYEYÊ KIRIN’   Yilmaz da zanîn ku tê ferqkirin ku di dema darizandinê de mudaxile li dosyeyê hatiye kirin û bi bîr xist ku bersûc tenê 40 rojan girtî ma. Yilmaz diyar kir ku faîl tê parastin û axaftina xwe wiha domand: “Bi salan e ev sepan hene. Dema ku rayedarên cemaweriyê sûcekî dikin, bûyer çiqas zelal jî be, çiqas delîl jî hebin mafên mirovan datînin li aliyekî. Bi feraseta domdariya dewletê tevdigerin û polîs û leşkerean diparêzin. Em ê serî li riyên hiqûq ber me vedike bidin.”   ‘BIKARANÎNA ÇEKÊ DERVEYÎ QANÛNÊ YE’     Yilmaz da zanîn ku dadgeh bi şîroveya “neçar bû ku çekê bikar bîne” biryarê daye û bal kişand ser kanûnên bikaranîna şert û mercên çekê diyar dike. Yilmaz axaftina xwe wiha domand: “Divê polîs ewil guleya “raweste” bi kar bîne. Piştre ji bo kesên behsê xeberê nekuje, gule berdide cihekî ku nekuje. Kanûn rê dide vê yekê. Li vê derê zelal e ku polîs rasterast Recep Hantaş hedef girtiye û gule berdayê. Ji ber vê yekê şert mercên bikaranîna çekê çêbûbin jî bikaranîna çekê ne li gorî şert û mercên hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber vê yekê biryara hatiye dayîn derveyî qanûnê ye.”    MA / Mujdat Can