ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN 2024-05-22 09:00:08   * Bijîşk Huseyîn Yavîç anî ziman ku di serî de Îmralî divê tecrîda li hemû girtîgehan bê rakirin û got: "Li girtîgehan tecrîdeke mutleq tê pêkanîn. Em ji ber tenduristiya girtiyan bi fikar in."    * OHD, wê di çaçroveya kampanyaya bi daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê de serî li Meclis û Wezareta Perwerdehiyê bide.    * Agurne Gaubeka Erauskin ê ji Baskê ku li ser zimanan lêkolînan dike, anî ziman ku piştî têkoşîneke dûr û dirêj imanê xwe parastine û got ku divê kurd jî ji xeynî "fermîbûna kurdî" tu rêyeke din qebûl nekin.    * Kanên xîzê yên li Cizîrê ji aliyê şîrketên nêzî desthilatdariyê ve li ser Çemê Dîcleyê hatine avakirin, derdorê talan dikin û herikîna çem diguherînin û çem teng dikin.    * Berdevkê Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a DEM Partiyê Mehmet Ogur bang li hilbijêrên Curnê Reş ên derveyî navçeyê kir û wiha got: “Bi dengekî her tişt diguhere. Dê bike ku şaredariya ev 45 sal in weke şîrketa malbatekê tê bikaranîn bikeve destê gel. Xwe bigihînin me, werin dengê xwe bidin.”    * Girtiyên bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hevdîtina û telefona bi malbatê re boykot dikin, çalakiya xwe didomînin. Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku ew ê li pey daxwazên girtiyan bin.    * Derket holê ku li Cizîrê Zelîha Ozkaplan a ducanî ku hat qetilkirin, bi salane bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye. Her çiqas serî û gilî li emniyetê kiribe jî lê li ber çavan nehatiye girtin û hat zanîn ku di rapora otopsiyê de hat tespîtkirin ku şopên cixareyê di laşên wê de hebûne.     * Parlamenterên DEM Partiyê dê li ber deriyê Meclisê daxuyanî bidin çapemeniyê. (10.00) ZINDÎ   * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî rojeva jinan dê li navenda partiya xwe daxuyanî bide. (11.00) ZINDÎ   * Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Amedê beşdarî meşa ji bo Doza Kobanê bibe û paşê jî derbasî navçeya Curneyê Reş bibe û beşdarî şahiya gel bibe. (12.00-17.00) ZINDÎ   * Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji bo bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin dê li ber avahiya wezaretê kom bibin. (14.00)   * Nobeda Edaletê ya Emînê Şenyaşar li ber Wezareta Dadê berdewam bike. (15.00-17.30)   * Baroya Rihayê, ÎHD û OHD dê li avahiya baroyê "Rapora Girtiyan" eşkere bike. (17.00)