Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe 2024-05-22 09:36:37   AMED - Efe Hantaş ku birayê wî Recep Hantaş ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin, bertek nîşanî necezakirina polîs Kemal Bozkurt ê birayê wî kuştî da û wiha got: “Divê canê kurdan ewqas jî bêqîmet nebe. Ji bo cezakirina polîs em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”    Ciwanê bi navê Recep Hantaş (20) ku karê komkeriya tiştên avêtî dikir, di 14’ê nîsana 2019’an de bi guleya polîsan hate kuştin. Di doza têkildarî kuştina Hantaş de biryara beraetê ji bo polîsê bersûc Kazim Bozkurt hatibû dayîn. Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Amedê biryar betal kir û darizandina polîsê bersûc dîsa dest pê kir. Di danişîna biryarê ya duza duyemîn de şandeya dadgehê ji bo Bozkurt biryara “cihê cezakirinê tune ye” da.    Kekê Hantaş, Efe Hantaş bertek nîşanî biryara dadgehê da û diyar kir ku dema faîl hêzên ewlekariyê bin, polîtîkayên necezakirinê dikevin meriyetê.    BAL KIŞAND SER POLÎTÎKAYA CEZAKIRINÊ   Hantaş, anî ziman ku li benda encamekî wiha bûn û wiha domand: “Di danişîna dawî de 6 sal ceza dihat xwestin. Heke ji bo kesekê mirovek kuştî 6 sal ceza were xwestin, mirov jixwe li benda biryareke wiha dimîne. Kuştina mirovan ji bo hêzên ewlekariyê serbest e. Lewma em li benda biryarekî wiha bûn. Biryareke wiha malbata me gelek aciz kir. Dema faîl hêzên ewlekariyê bin, serî li polîtîkaya necezakirinê didin. Ji bo wan canê mirovan tiştekî jirêzê ye. Mîna di bûyera Kemal Kurkut de. Her tişt xuya dike lê ceza nayên dayîn.”    ‘MECBURIYETA ÇI YE?’   Hantaş, destnîşan kir ku nekariya ji malbata xwe re bibêje ku polîs nehatiye cezakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesekî bêguneh hatiye kuştin lê ceza nedan kujer. Dema hûn mirovekî dikujin cezayê muebbetê tê dayîn. Lê dema kesê dikuje ‘hêzên ewlekariyê’ bin, heta xelat didin. Dibêjin ‘mecbûr ma ye û kuştiye.’ Li holê ne pevçûnek heye ne jî li ser birayê min çek heye. Mecbûriyeta çi ye? Heke bixwestina dikariyan zindî bigirin. Lê gule lê reşandin. Ma hûn mirovekî bêparastin bi kuştinê ceza dikin. Bi necezakirina kujerên birayê min re nîşan dan ku edalet tune ye.”    ‘CANÊ KURDAN DIVÊ EWQAS BÊQÎMET NEBE’   Hantaş, got ku dê heta dawiyê dozê bişopînin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta ku faîl tê cezakirin dê têkoşîna me bidome. Em ê vê biryarê bibin îstînafê û Dadgeha Destûra Bingehîn. Heke em encamekî bi dest nexin dê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Heke darizandin 20 salan jî bidome em ê bişopînin. Ji ber ku divê canê kurdan ewqas jî bêqîmet nebe.”    MA/ Mujdat Can