Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin 2024-05-22 10:00:08   STENBOL - Serlêdana îtirazê ya i bo taloqkirina berdana Veysî Aktaşê li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, hat redkirin.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ne, 38 meh in tu agahî nayê girtin. Hevdîtinên parêzeran û malbatan jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin.    Veysî Aktaş ê ku li Îmraliyê tê girtin, di 28'ê Nîsanê de înfaza cezayê xwe temam kir. Lê belê berdana Aktaş bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve salekê hat taloqkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, li dijî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê ya 3'yan a Bûrsayê da. Dadgeriyê, di 2'yê Gulanê de serlêdanê red kir.    Herî dawî parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Bûrsayê da. Dadgehê jî serlêdana parêzeran red kir. Biryar di 10'ê Gulanê de teqez bû.   Hat hînkirin ku parêzer wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.    MA / Îbrahîm Irmak