Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir 2024-05-22 12:21:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Serfermandariya Artêşê ya Îranê ragihand ku ÎHA’ya Akinci ya Tirkiyeyê ku piştî qezaya helîkopterê şandin herêmê, cihê qezayê rast tespît nekiriye.    Piştî ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan jî tê de bûn, Tirkiyeyê îdia kiribû ku cihê enqaza helîkopterê ji hêla Balafira Bêmirov a Tarruzê ya Akinci (TÎHA) hatiye tespîtirin. Îranê têkildarî mijarê daxuyanî da.    Serfermandariya Artêşê ya Îranê ragihand ku TÎHA’yê cihê enqazê rast tespît nekiriye û cihê wê ji hêla droneyên Îranê ve hatiye dîtin. Serfermandariyê got ku ÎHA’yên Îranê ji ber ku li Panava Hindê bûn lewma nekarîne tavilê bişînin herêmê. Hat ragihandin ku qada qezayê di roja duşemê de ji hêla hêzên rizgarkirinê yên bejahî yên Îranê û droneyên ji Panava Hindê hatin xwestin ve hatiye tespîtkirin.