Li Periyê xebatên hilbijartinê 2024-05-22 20:41:45   DÊRSIM – DEM Partî beriya hilbijartinên ku wê 2’ê Hezîranê de li Periyê pêk bê, xebatên xwe tax bi tax gund bi gund didomîne. Di serdanan de welatiyan giliyên xwe yên der barê qeyûman de anîn ziman.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî û Tifaqa Dêrsîmê li Perî a Dêrsîmê ji bo hilbijartinên ku wê 2’ê Hezîranê de pêk bê xebatên xwe bê navber dimeşînin. Di çarçovey xebatan de çûn gundê  Koterîç û mezrayên Kom û Şevkî.  Namzetên hevşaredariyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî, parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu bi welatiyan re axivî û welatiyan giliyên xwe yên der barê qeyûman de anîn ziman.   Gel di serdanê de zanîn ku divê şaredariya wan ji qeyûman bê girtin.