Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da 2024-05-23 08:18:33   STENBOL - Ergîn Akdogan ku 27 salan girtî bû û mejiyê wî miribû, jiyana xwe ji dest da.    Ergun Akdogan ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin, di 14’ê gulanê de hate emeliyatkirin û duh mejiyê wî miribû. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku Akdogan jiyana xwe ji dest daye.    GIRTIYÊ 27 SALAN    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Girtiyê 27 salan 27 Ergun Akdogan ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê dihat ragirtin, xwîj çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Bajar a Çam Şakura ya Başakşehîrê. Piştî tedawiya 9 rojan jiyana xwe ji dest da. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de hem rêveberiya girtîgehê hem jî hêzên ewlekariyê gelek zehmetî derxistin, heta demekî dirêj nehiştin malbata Akdogan wî bibîne û bi vê yekê re helwestekî dermirovî hatiye raberkirin. Girtîgeh di berpirsyartiya rêveberiyên girtîgehan, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Wezareta Dadê de ne. Lewma jî mirinên li girtîgehan jî di bin berpirsyartiya rêveberiyê de ye. Banga me li rayedaran ew e ku ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê tevdîrê pêwîst bigirin.”