Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin 2024-05-23 11:11:21   AMED - Mehmet Tarik Dagtaş ê 30 salan girtî maye û ji Girtîgeha Tîpa S ya Bodrûmê hatiye berdan li welatê xwe Amedê bi kulîkan hate pêşwazîkirin.    Mehmet Tarik Dagtaş (52) ê 30 salan girtî maye û doh ji Girtîgeha Tîpa S ya Bodrûma Mûglayê hatiye berdan, hate welatê xwe Amedê. Dagtaş di Balefirgeha Amedê de ji hêla malbat û endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) bi kulîlkan hate pêşwazîkirin. Dagtaş ê li vê derê daxuyanyekî kurt daye bal kişand ser têkoşîna li girtîgehan a li dijî tecrîdê tê domandin û wiha got: “Gelek silavên hevalên me ji gel re hebûn. Gotin ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û xwestin gelê me jî vê berxwedanê xurttir bikin.”    Konvoya malbatê ya Dagtaş pêşwazî kiriye  derbasî malê ya li navçeya Peyasê bû.    DERBARÊ DAGTAŞ DE    Dagtaş di sala 1993’yan de hate binçavkirin û ji hêla Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hate darizandin û cezayê muebetê lê hate birîn. Dagtaş bi dorê li girtîgehên Amed, Dîlok, Mereş, Ceyhan, Orgû, û Bolûyê hate ragirtin. Dagtaş ji Girtîgeha Tîpa S ya Bodrûmê hate berdan.