Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’ 2024-05-23 11:41:55   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo “Projeya pergala rêhesin a sivik” bixe meriyetê biryar da ku dest bi xebatan bike.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo xizmeta veguhestina komelî ya pêbawer, bikonfor û erzan, biryar da ku “Projeya rêhesin a sivik” ku 8 sal in tê sekinandin, dîsa revîze bike. Ji mijdara 2016’an ku qeyûm hate tayînkirin heta niha xebatên ji bo projeyê nedihatin meşandin û şaredariyê niha dest bi xebatan kir. Armanca projeyê ew e ku pergala rêhesin a sivik ji 20 stasyonan pêk bê û bi dirêjiya 14 km’an be. Tê payîn ku ji Qada Şêx Seîd dest pê bike û heta Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a li navçeya Peyasê bidome. Tê payîn ku îhaleya projeyê û xebatên çêkirinê di nava îsal de dest pê bikin.    DÊ 14 KÎLOMETREYAN DIRÊJ BE Û JI 20 STASYONAN PÊK BÊ    Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrûllah Gorduk têkildarî projeyê axivî û ev agahî da: “Di serdema Osman Baydemîr de proje ji bo 14 km’an hat plankirin. Bi demê re xebat hatin destpêkirin lê ji ber qeyûman neket meriyetê. Her wiha di projeyê de 20 stasyon hene. Ji serekî bajar heta serê din dê 37 deqe bin. Ji bo destpêkê dê 20 wesayît hebin û ji van dê 18 jê bixebitin û 2 jî cihgir bin. Armanc ew e ku rojane 75 hezar rêwiyan veguhêze. Kapasîteya wê dê heta 2040’an bê zêdekirin.”    ÎHALE Û ÇÊKIRINA WÊ ÎSAL DEST PÊ DIKE   Herî dawî jî Gorduk ev tişt anî ziman: “Xebatên me yên têkildarî revîzyona projeyê dest pê kirin. Beriya niha ji bo qada depokirinê 100 donimên erd ên Wezareta Tenduristiyê guncav hatibûn dîtin. Lê wezaretê bersiveke neyînî da. Lewma me pêdivî bi revîzyonê dît. Me xebatên têkildarî vê mijarê ji 21’ê gulanê ve dan destpêkirin. Biryar hate dayîn ku piştî revîzyon bi dawî bû di nava îsal de îhaleya wê bê kirin û çêkirina wê dest pê bike. Têkildarî projeyê me bi rêxistinên civaka sivîl û saziyan re jî hevdîtin kir. Bi vê pergalê re dê gel hem ji hêla madî ve, hem jî ji hêla ewlehî û veguhestinê ve baştir bibin.”