Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin 2024-05-23 12:20:37 WAN - Girtiya nexweş a giran Hanîfe Aslan ji bo rapora şandeyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê kirin.    Tevî hemû hewldanên ji bo berdana girtiya nexweş a giran Hanîfe Aslan (76) ji bo rapora tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê kirin. Nexweşiyên KOAH, made, tansiyona bilind û ziwabûna avê çok ên Arslanê hene. Ji ber nexweşiyan Arslan di ser kursiya biteker jiyana xwe didomîne.    RAPORA ‘DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’ DABÛNÊ   Parêzera Arslanê dema di 26’ê çileyê de serdanê kir Arslan sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê hatibû kirin. Nexweşxane rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kiribû.