Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin 2024-05-23 13:45:00   AMED - Di danişîna doza Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar de dadgehê ji bo amadekirina mutalaayê dem da dozgeriyê.    Polîsan bi awayekî derusûlî bi ser buroya parêzer Resûl Temûr de girtibûn ku şirîkê Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar e. Aktar jî girteka lêgerînê parve kiribû û navê dozger xuya kiribû. Bi vê hincetê jî derheqê Aktar de doz hatibû vekirin. Danişîna doza Aktar a bi îdiaya “Peywirdarê cemaweriyê hedef nîşan daye”, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Aktar û parêzerên wî Resûl Temûr û Semra Balyan tev li danişînê bûn. Her wiha rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî û rêxistinên pîşeyî yên parêzeran jî doz şopandin.    Parêzerê Temûr nûçeyên ku navên gelek dozgeran hatine eşkerekirin pêşkeşî dadgehê kir. Temûr got ku parvekirina girteka ku navê kesekê tê zanîn tê de heye sûc nîne û da zanîn ku dê parastina xwe piştî mutalaayê bikin.  Parêzer Balyan jî mafên parêzeran ên ji hêla Lawyers for Lawyers (Ji bo Parêzeran parêzer) pêşkeş kir. Balyan biryarên navneteweyî yên têkildarî parêzeran bi bîr xist û dosyaya ku nêrînên pisporan jî tê de bûn pêşkeşî dadgehê kir.    Dozger jî ji bo lêkolînkirina belgeyan û amadekirina mutalaayê dem xwest.    Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 28’ê hezîranê kir.