Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin 2024-05-24 09:01:30 COLEMÊRG - Li Colemêrgê xizmên girtiyan xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û fikarên wan ên der barê girtiyan de ji holê bên rakirin.    Çalakiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ji aliyê girtiyan ve li girtîgehan hatin destpêkirin, didomin. Girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn, di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe ber bi asteke din ve birin. Girtî ji 4'ê Nîsanê û vir ve dadgehan boykot dikin û hevdîtina bi malbatê û hevdîtin bi rêya telefonê qebûl nakin.    Bi vê biryara girtiyan re malbatên wan jî çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ku bi mehan li dar xistin, ber bi asteke din ve birin. Malbatên girtiyan jî çalakiya xwe bi navê "Bibe dengê aştiyê" li ber girtîgehan li dar dixin û bang dikin ku daxwazên girtiyan esas bên girtin.    'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Xizmên girtiyên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê diyar kirin ku ew ji ber rewşa xizmên xwe ku hevdîtinan û dadgehan boykqot dikin û ji ber vê tu agahiyê ji wan nagirin, bi fikar in. Bavê Engîn Ûysal ê 8 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Erzînganê girtî ye Nadîr Ûysal, diyar kir ku ji ber rewşa navborî fikaêrn wan zêde bûne û got: "Daxwaza me yekane rakirina tecrîdê ye. Bi vî awayî dê fikarên me ji holê rabin. Nêzî 2 meh in ku em ji zarokên xwe agahî nagirin û em nizanin rewşa wan çawa ye." "   Ûysal anî ziman ku divê malbat bibin dengê girtiyan û got: "Em bi malbatên girtiyan re rabin ser pêyan. Werin em bibin yek û daxwazên girtiyan bînin ziman. Divê demildest tecrîd bê rakirin. Em bi fikar in. Divê rayedarên dewletê demildest gav bavêjin."   Birayê Mustafa Geylanî (52) ê 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê girtî Fahrî Geylanî jî diyar kir ku girtî li dijî her cure bêhiqûqî, tecrîd û binpêkirinên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê têdikoşin. Geylanî diyar kir ku ew li gel daxwazên mafdar ên girtiyan nin. Geylanî da zanîn ku ji 4'ê nîsanê û vir ve tu agahiyê ji girtiyan nagirin û got: "Dema em li rêveberiya girtîgehê digerin, em nikarin tu agahiyê bigirin. Em bi fikar in ku tiştek were serê girtiyên me."   Geylanî da zanîn ku wan têkildarî mijarê serî li dozgerî û Wezareta Edaletê daye û got ku ji tu serlêdanên xwe çi erênî çi neyînî encamek negirtine û got: "Weke malbat em nerihet in. Heya ev tecrîda fiîlî ranebe wê çalakî jî bidomin. Ji bo em encamekê bi dest bixin em ê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin."    BANGAWAZÎ   Geylanî da zanîn ku ew li gel daxwazên girtiyan in û got: "Em li gel daxwazên wan in. Em piştgiriyê didin daxwazên wan. Em ê heta dawiyê li cem wan bin. Pêwîst e Tirkiye demokratîk bibe, li Kurdistanê jiyaneke azad pêk were. Divê tecrîd bê rakirin û ji bo ev pêk bên têkoşîna me wê bidome."