ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-25 09:00:48 * Tecrîda mutleq ya li Îmraliyê ket meha 39'an. 551 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin kirin, bê encam man.  * Rojnameger Amed Dîcle der barê hilbijartinên Herêma Federal a Kurdistanê de axivî û diyar kir ku ji ber polîtîkayên PDK’ê Herêma Kurdistanê di bin xeteriya parçebûnê de ye.   * Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê berdewam dike. Xebatkarên standên şaredariyan anîn ziman ku ji bo ku ew piştî qeyûman dîsa bi şaredariyên xwe re hatine cem hev û ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in.      * Bayram Guvener, 64 sal in bi nebatên ku li çiyayan top dike, debara xwe dike.    * Der barê endama Koordînasyiona Jina Ciwan a DEM Partiyê Senem Erîş de ku li Girtîgeha Jinan a DEM Partiyê rastî lêgerîna tazî hat û ji ber çûna qawîşa edliyan qebûl nekiriye bi erdê ve hatiye kişandin, 2 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin.    * Namzeta Hevşaredariya Periyê Naciye Aslan got: "Em ê şaredariya xwe ya bi rêyên antîdemokratîk ji mes stendin û ew xesp kirin, di 2'yê Hezîranê de car din bi dest bixin. Em ê projeyên nû li projeyên xwe yên nîvcomayî zêde bikin û ji bo gel bixebitin."    * Parêzerê girtî Sever Yildirim ku çavên wê ji sedî 85 nabînin û bi hinceta "wê bi berçavkê neyê naskirin" daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin, ji bo peydakirina wesayîtên ji bo astengdaran hatine hilberandin serlêdan kir.    * Nivîskar Rênas Jiyan bal kişand ser hest, huner û hilberînê û anî ziman ku di berhemekî hunerî de peywira hestan pir e û wiha got: “Hebûna hestan ne bes e, dirûvandina hestan jî hewce ye.”   * Aynûr Ayşîn dibêje herî dawî dema bavê wê binçav dikin dibîne û 30 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse û Remziye Bayram jî 28 sal in li lawê xwe digere.    * Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê dê serdana Şaredariya Dêrsimê bikin. (10.00)    * Lijneya Giştî ya Hewldana 78’an dê li Eywana Konferansa Şaredariya Wêranşarê pêk were. (10.00 -18.30)    * Li Erdîşa Wanê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê bi dirûşmeya “Her dem kurdî her der kurdî” mitîng were lidarxistin. (11.00 - ZINDÎ)    * Bi boneya Hefteya Windayan û çalakiyên ku malbatên windakiriyan dane destpêkirin dê li gelek bajaran aktîvîte û çalakî bên lidarxistin. (12.00-19.00)   * Dayikên Şemiyê, di hefteya 1000’emîn a çalakiya xwe de di serî de partiyên siyasî bi tevlibûna her beşên civakê dê li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk bîne. (ZINDÎ/12.00)    * Navenda Hafizayê ya Komkujiya Madimakê dê li Şaxa Odeya Avahîsazan a Îzmîrê navenda hafizayê pêşkeş bike û belgefîlm nîşan bide. (12.00)    * DEM Partî dê li Bajarokê Perî û Curnê Reş xebatên hilbijartinê yên ku dê di 2’yê hezîranê de bên nûkirin bidomîne. (12.00-19.00)    * Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dê çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo girtiyên nexweş li dar dixe dê li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê pêk bîne. (13.30)   * Di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê li navçeya Pîranê jin li hev bicivin. (14.00)    * Di çarçoveya Rojên Fîlmê yên Ekolojîk de dê li Şanoya Bajêr a Amedê û li Zarok Ma’yê fîlm werin nîşandan. (14.00-20.00)