39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man 2024-05-25 09:12:54 STENBOL- Tecrîda mutleq ya li Îmraliyê ket meha 39'an. 551 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin kirin, bê encam man.  Rewşa agahînegirtinê ya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî, di meha 39'an de ye. Abdullah Ocalan di sala 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Hevdîtina dawî 7'ê Tebaxa 2019'an bû. Herî dawî di 3'yê Adara 2020'an de hevdîtina malbatê pêk hatibû. Piştî vê carekê jî di di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû. Piştî vê tu xeber ji Abdullah Ocalan nehatiye girtin.   551 SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN   Li Îmraliyê tecrîda mutleq ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî "“încommunicado" tê binavkirin, didome. Li gel vê, hewldanên hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî didomin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve, ji bo hevdîtina bi parêzeran re 381 û ji bo hevdîtina bi malbatê re 170 caran bi giştî 551 carî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatiye dayîn. Lê belê ev serlêdan an bêbersiv hatine hiştin an jî belesebeb bi "cezayên dîsîplînê" hatine redkirin.   SERLÊDANA NÛ YA LI CPT'YÊ   Li Îmraliyê rewşa bêpwendîdanînê didome, lê li gel vê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan careke din serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di raporê de ku geşedanên di navbera 1'ê Sibat û 30'yê Nîsana 2024'an de cih digirin, parêzeran daxwaz kir ku ji bo rakirina şert û mercên muameleya xerab û jiholrakirina bêwendiyê prosedur pêk bê.    ÎDIAYA 'TECRÎD TUNE YE'   Dîsa parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevdîtina malbat û parêzeran di 7’ê Kanûna 2023’yan de serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan  a girêdayî Wezareta Dadê bersiva serlêdanê da. Wezaretê îdia kir ku Abdullah Ocalan ê 38 meh in agahî jê nayê girtin, ji mafên xwe sûd werdigire û tecrîd tune ye.   ÇALAKÎ   Çalakiyên "Nobeda Edaletê" ya di dema greva birçîbûnê de bi pêşengiya malbatên girtiyan hatibûn destpêkirin ber bi asteke din ve çûn. Xizmên girtiyan biryar dan ku her roja duşemê li ber girtîgehên 6 bajaran daxuyaniyê bidin. Di çarçoveya çalakiya "Bibe dengê azadiyê" de malbat li ber avahiyên AKP'ê û girtîgehan tên cem hev û doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin.    Parlementer, nivîskar, sendîkavan, rojnamevan û akademîsyen jî di nav de ji bo dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê û şandeyek be rbi Îmraliyê ve biçe, name ji CPT'yê re şandin.    MA / Îbrahîm Irmak