Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan 2024-05-25 10:14:57 AMED - Aynûr Ayşîn dibêje herî dawî dema bavê wê binçav dikin dibîne û 30 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse û Remziye Bayram jî 28 sal in li lawê xwe digere.  Yek ji heyamên herî tarî yên li Tirkiyeyê salên 1990’î bûn ku bi hezaran mirov di binçavan de hatin windakirin û carek din tu xeber ji wan nehat girtin. Malbatên windayan bi salane li windayên xwe digerin. Di wan salan de komkujiyên komî çêbûn. Tundiya dewletê rojek kêm nebû û desthilatdarên wê demê dixwestin pirsgirêka kurd bi rêbaza tundiyê û kuştinan çareser bikin. Bi salane malbat ji rayedaran pirsa windayên xwe dikin lê hemû daxwaz û pirsên wan bêbersiv dimînin. Malbat ango xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji sala 1995’an ve li aqûbeta windayan dipirsin û di çarçoveya “Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayên di Binçavan de ya Navneteweyî” çalakî û bîranên cihêreng li dar dixin.    Yek ji windayan jî Mehmet Can Ayşîn e ku di binçavan de tê windakirin û carek din xeber jê nayê girtin. Ayşîn di 7’ê gulana 1994’an de li gundê Mizagê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve li ber çavê malbata xwe û gundiyan tê binçavkirin û piştî leşker wî dibin carek din xeber jê nayê girtin. Aynûr Ayşîn dema bavê wê tê binçavkirin 24 salî ye û ev 30 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse. Ayşîn her hefte beşdarî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” dibe û dibêje, “Heta ku ez saxbim ez ê li bavê xwe bigerim. Qet nebe bila hestiyên bavê min bidin. Em dixwazin zanibin ku hatiye kuştin û hestiyên wî li ku ne. Dema em li aqûbeta wî dipirsin jî ji me re dibêjin ‘em nizanin’. Rastiyê qebûl nakin. Êdî bes e. 30 sal derbas bûn. Bila êdî rastiyê qebûl bikin. Em ê dest ji doza xwe bernedin.”    Ayşîn anî ziman ku ew hê jî bi hêviya ku bavê wê sax e dijî û bang li rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û raya giştî kir ku ji bo êşa malbatên windayan aş bibe bikevin tevgerê.    'HEMÛ GUNDIYAN DIXIN BINÇAVAN’    Yek ji şahidên wê rojê jî Ferman Ayşîn e. Ferman Ayşîn diyar kir ku apê wî Mehmet Can Ayşîn dema tê binçavkirin leşker ji zarokan bigire heta kal û pîran hemû gundiyan dixin binçavan û wiha got: “Hin kes sê roj, hin kes çar roj û hin kes jî pênc roj di binçavan de man. Lê Mehmet Can Ayşîn nehat berdan. Me li qereqol û tabûrên leşkeriyê pirs kir, lê mixabin me nedît. Ev 30 sal in cihê ku me serî lê nedabe nemaye, lê dîsa jî me tu tiştek bi dest nexist. Wê heyamê bi hezaran mirov înfaz kirin û dan windakirin.”    'DI BINÊ HER KEVIREKÎ DE HESTIYÊN KURDAN HENE’    Ferman Ayşîn têkildarî windakirina welatiyên kurd a wê serdemê wiha got: “Li bakurê Kurdistanê hûn li binê kîjan kevir û darê binêrin hestî û xwîn heye. Ev tiştek çawa ye? Mirovan digirtin û bêsewal û bêdarizandin înfaz dikirin. Hemin ku hiqûqa we heye û hûn bi hiqûqê bawer dikin çima we mirovên me radestî hiqûqê nekir lê we wan înfaz kir? Nexwê hiqûqa we tine ye. Nexwê baweriya we bi qanûnên we nayê.”    Ayşîn xwest ku hestiyên windayan radestî malbatên wan bên kirin û got: “Bila hestiyên me bidin me, em gorên wan çêkin. Em li ser wan fatihayek bixwînin. Gelo ji mirî û gorên me jî ditirsin? Ev zilmek çawa ye, wê heta ku bidome? Ma gelo wisa dibe, ka mafên mirovan? Heke mafên mirovan hebe, çima ev tişt tên serê me? Li ser vê mijarê nasekinin. Lê di qeydên dewletê de her tişt hene. Tê zanîn kî li ku hatiye înfazkirin, lê dewlet gorekî ji me re pirr dibîne û êdî em nizanin em ê çi bêjin. Divê her kesê birehm li dijî vê zilmê rabe. Em ji dewletê û siyasetmedaran dixwazin di vî warî de bikevin nava tevgerê. Bila pêvajoya hiqûqî bikeve dewrê û heqîqet derkeve holê.”    'HIKÛMET GUHERÎN LÊ DOSYE NEGUHERÎ’    Yek ji windayan jî Mehmet Şîrîn Bayram ê 18 salî ye. Bayram di meha mijdara 1996’an de bi mêvandarî diçe mala xizmê Ramazan Tekîn ê li gundê Bîra Zeyna ya bi ser navçeya Pasûra Amedê ve. Bayram li mala xizmê xwe Ramazan tê binçavkirin. Leşker û cerdevan diavêjin ser malê û Şîrîn Bayram dixin binçavan û ji wê rojê ve tu xeber jê nayê girtin. Remziye Bayram 28 sal in li lawê xwe digere û dixwaze hestiyên lawê xwe bibîne. Bayram destnîşan kir ku îro dawa wan bi hikûmetê re ye û wiha got: “Wexta ku Şîrîn hat revandin-windakirin, Tansû Çîller li ser hikûmetê bû û Suleyman Demîrel hebû. Çend hikûmet guherîbin jî lê dosye neguherî. Em dixwazin gorek zarokên me hebe û em serdana gorên wan bikin.”    'BILA EV ZILM BIQEDE’    Bayram bal kişand zilm û pêkûtiyên li ser Dayikên Şemiyê jî û got: “Em ê bigihîjîn encamê. Em ê hestiyên zarokên xwe werbigirin, lê wê dawiya çawa bibe nizanim. Girtîgeh tije girtiyên nexweş in û girtiyên kurd in. Li girtîgehan tecrîd heye. Em dibêjin ewladên me li ku ne? Hin winda ne, hin di zindanan de ne û hin ji wan jî ji ber zilmê reviyan çûn… Ez bang li hikûmetê dikim, êdî bes e! Em dixwazin ev zim bi dawî bibe.”