Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, otobusek hîbeyî Şaredariya Dêrsimê kir 2024-05-25 15:02:38   DÊRSIM - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, otobuseke şaredariyê hîbeyî Şaredariya Dêrsimê kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak wiha got: “Me ev otobus ji bo 10 salan xizmeta gelê Dêrsimê bike anî, vê yekê em keyfxweş kirin.”   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi biryara Meclisê, otobûseke şaredariyê ji bo 10 salan xizmeta gelê Dêrsimê bike, hîbeyî Şaredariya Dêrsimê kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a bi otobusa hatiye hîbekirin hate bajar, ji aliyê Hevşaredarên Dêrsimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Dêrsimê û ji aliyê welatiyan ve li ber avahiya şaredariyê ya ji ber erdhejê hatiye valakirin hate pêşwazîkirin. Pişt re bi şandeya pêşwazîkirinê re derbasî Şaredariya Dêrsimê bû.   BÛCAK: ME JI BO XIZMETA GELÊ DERSIMÊ ANÎ   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a di serdanê de axivî, wiha got: “Em ê 5 salên di pêşiya me de, tevî rêya ku gelên me nîşanî me daye xizmeta pir rengî û tevlikar bidin. Em bikin ku xizmet zelal bin û bên kontrolkirin. Me ev otobus ji bo 10 salan xizmeta gelê Dêrsimê bike anî, vê yekê em keyfxweş kirin. Em hêvî dikin ku berdewama wê bi koperatîfên jinan, koperatîfên hilberînê, xebatên ekolojîk û yên weke wan dikarin bidomînin.”   ORHAN: PIŞTEVANÎ GELEKÎ GIRÎNG E   Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a pişt re axivî jî diyar kir ku beriya hilbijartinê jî gotibûn ku dê bi şaredariyên DEM Partiyî re bikevin nava piştevaniyê û îro ev yek bi awayekî şênber pêk hat. Her carê gefa qeyûman danîn pêşiya me lê weke şênber me dît ku her çiqas ew qad hatibin talankirin jî her çiqas bi milyaran dolaran deyn hiştibin jî îro ev piştevaniya bi Şaredariya Dêrsimê re gelekî girîng e.” Orhan, herî dawî bal kişand ser hilbijartinên ku dê di 2’yê hezîranê de li navçeya Curnê Reş a Rihayê û bajaroka Perî ya Dêrsimê bên kirin û diyar kir ku dîsa dê şaredariyan bi dest bixin.   KONAK: EM JI KEVNEŞOPIYEKE RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YA 25 SALAN TÊN   Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak jî wiha got: “Em ji kevneşopiyeke rêveberiyên herêmî ya 25 salan tên. An ku ev pêvajo ji 1978’an ji Edîp Solmaz dest pê dike. Piştî salên 2000’î 22 sal in em bi pratîka xwe ya şaredariyê ya civaknas, demokratîk û ekolojîk dixebitin.”