‘Mehmûdê Tirko’ yê Dîlokê jiyana xwe ji dest da 2024-05-25 15:22:41   DÎLOK - Mahmût Aycan ê 70 salî ku li Dîlokê weke “Mehmûdê Tirko” tê nasîn, jiyana xwe ji dest da.    Mahmût Aycan (70) ê dîlokiyên ku li navçeya navendî ya Mezmaxor a Dîlokê dijîn weke “Mehmûdê Tirko” nasîn, ji ber nexweşiya penceşêrê ya pê ketî, li mala xwe ya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Aycan ê di sala 1954’an de li gundê Mizara Gir ê girêdayî navçeya Pirsûs a Rihayê hate dinê û di salên 1970’yan de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, jiyana wî bi têkoşînê derbas bû. Jiyana Aycan ê ji ber nasnameya kurd û fikrên xwe yên siyasî gelek caran hate binçavkirin, hate îşkencekirin û girtin tevî zextan jî bi têkoşînê derbas bû.    Aycan, li Dîloka ku bi malbata xwe re di salên 1990’î de koç kirê, heta sala 2018’an di nav hin partiyên siyasî yên kurd de cih girt. Demekê nûnertiya Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) ya Dîlokê kir.    Aycan ji ber nexweşiya penceşêrê ya beriya salekê pê ketî, serê vê sibê li mala ku lê dijî jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Aycan, bi tevlibûna rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Dîlokê yên navend û navçeyan, malbat û hezkiriyên wî, nûnerên saziyên demokratîk ên li bajêr li Goristana Yeşîlkent a li Dîlokê hate veşartin.    Malbata Aycan, li mala xwe ya li navçeya Mezmaxorê şîn danî.