Li Îzmîrê belgefîlma ku Komkujiya Madimakê vedigot hate nîşandan 2024-05-25 17:06:56   ÎZMÎR - Di bernameya pêşengtiya AABK’ê de hate lidarxistin, piştî ku xebatên “Navenda Hafiza ya Komkujiya Madimakê” hatin vegotin, belgefîlmê “Tiştekî gelekî xerab qewimî” ku komkujiyê vedibêje hate nîşandan.   Di pêşengtiya Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê (AABK) de li Odeya Avahîsazan a li Alsancak a Îzmîrê belgefîlma “Tiştekî gelekî xerab qewimî (Çok kötü bir şey oldu)” hate nîşandan. Beriya belgefîlmê xebatên “Navenda Hafizaya Komkujiya Madimakê” ya bi piştgiriya AABK’ê û saziyên elewiyan hate avakirin. Rêxistinên elewiyan, nûnerên partiyên siyasî, sendîka, keça Metîn Altiok ê li Madimadê hate qetilkirin, Zeynep Altiok, parazvanê mafên mirovan Akin Bîrdal, Şaredara Konakê Nîlufer Çinarli Mûtlû û gelek kes beşdarî nîşandana belgefîlmê bûn.    ‘ME MUZEYEKE DÎJÎTAL AVA KIR’    Hozan Alî Çagan ê ji Komkujiya Madimakê sax xelas bû diyar kir ku projeyeke dîrokî pêk anîne û got: “Bi ser komkujiyê re 28 sal derbas bûbûn û gelek agahiyên xelet hebûn. Xebateke ku vê serdemê bêxe nava dîrokê nehatibû kirin. Piştî sal û nîvan me muzeya dîjîtal ava kir. Ev proje bi loqmeya helal a elewiyan hate çêkirin. Ez dizanim rojekê dê hesaba vê komkujiyê were pirsîn.”   ‘EM Ê JI BO HEQÎQETÊ T ÊBIKOŞIN’    Hevseroka AABK’yê Nevîn Kamîlagaoglû jî têkoşîna Dayikên Şemiyê ya 1000 hefte ye didome silav kir û anî ziman ku ji bo heqîqet derkeve holê dê têkoşîna xwe bidomînin.     ‘DOZA ME HETA DAWIYÊ DÊ BIDOME’    Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Cûma Erçe, bal kişand ku berpirsyarên Komkujiya Madimakê ji aliyê Serokkomar ve hatine efûkirin û got: “Doza Madimakê bi biryara demboriyê hate xistin. Em ê vê biryarê nas nekin û heta ku em hebin Doza Madimakê dê heta dawiyê bidome.”   Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan jî wiha got: “Di projeyê de hafiza û mîrateyeke ku em ji pêşerojê re bihêlin heye. Tevî hemû înkara dewletê, belge, şahidî û arşiv me dîtin û ev proje amade kir. Ev yek qet ne hesan bû.”   Kordînatora Projeya Navenda Hafiza ya Komkujiya Madimakê û Derhênera Muzeya Dîjîtal Eylem Şenê jî wiha got: “Dema me ev proje çêkir me hewl da xwe bigihînin kesên ku xizmên xwe li Madimakê windakirine. 31 sal in edalet nehate avakirin. Di komkujiyên dewletê de li delîlan nagerin. Navenda Hafizayê ya Komkujiya Madimakê ji bo lêgerîna heqîqetê ev kir. Hûn ê beriya vê komkujiyê di projeyê de bibînin. Hûn ê pêvajoya ku diçe Madimakê bibînin. Li pişt vê her kî hebe heta ku bi faşîzmê re hevrû nebe nikare lêgerîna heqîqetê bidomîne. Proje ligel şahidan hişê heqîqetê pêk tîne. Em ê bi faîlên ku li pişt vê komkujiyê ne re hevrû bin.”   Di dawiyê de jî Yucel Tûnca ku derhenêrê belgefîlmê yê webê yê Navenda Hafizayê ya Komkujiyê ya Madimakê ye, der barê pêvajoyên çêkirina belgefîlmê de agahî da.   Piştî axaftinan belgefîlma ku Komkujiya Madimakê vedibêje hate nîşandan.